Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin

img

AMED - Tehliyeya Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ku 32 sal in girtî ne û “poşmantî” red kirin, cara 4’an hate taloqkirin. Vasîsa Guner, Zeynep Guner bertek nîşan da û wiha got: “Hezar sal jî bi ser re derbas bibin dê girtî vê zextê qebûl nekin.” 

Girtiyên bi navên Aydin Kudat û Abdurrahman Guner (54) di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hatin girtin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin. Dadgehê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Kudat û Guner birî. Tehliyeya girtiyan cara 4’an hate astengkirin. Kudat û Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û diviya di 6’ê îlona 2022’yan de bihatina berdan. Lê belê bi hinceta ku di sala 1995’an de li Yozgatê daxwaznameya “Statûya dîlgirtîbûnê (qebûlnekirina girtîmayînê), di sala 1996’an de salek cezayê hefsê lê hatibû birîn lewma nehatin berdan. Di sala 2012’an de ev cezaye hate betalkirin û biryara beraetê hate dayin. Lê haya Kudat û Guner di kanûna 2022’yan de ji vê biryarê bû. Girtiyên ku hay ji rewşê bûn, ji bo tehliyeyê serlêdan kirin. Lê belê bi hinceta ku zexta “Poşmantiyê” qebûl nekirine, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wan ji bo salekê taloq kir. Lijneyê di kanûna 2023’yan de ji bo 3 mehan, di 27’ê adara 2024’an de jî ji bo 5 mehan biryara taloqkirina tehliyeyê da. Tehliyeya Kudat û Guner herî dawî di 28’ê tebaxê de bi hinceta “poşmantî qebûl nekirine” ji bo 5 meh û rojekê hate taloqkirin. 
 
ÎDAREYÊ GEF LI GIRTIYAN XWAR
 
Vasîsa Guner, Zeynep Guner diyar kir ku rêveberiya girtîgehê girtiyan dibe korîdorê û li wir nêzî saetekê zexta “poşmantiyê” lê ferz kiriye. Guner, da zanîn ku ji ber girtiyan “poşmantî” red kirine, tehliyeya wan hatiye taloqkirin. Her wiha rêveberiya girtîgehê jî bi gotinên “Heta ku hûn gotina ‘ez poşmanim’ red bikin dê nekarin ji vir derkevin.” gef li girtiyan xwariye. 
 
Zeynep Guner, destnîşan kir ku nexweşiyên mîdeyê yên Abdurrahman Guner hene û bi gumana penceşêrê teşhîs hatiye kirin. Guner, wiha domand: “Birayê wî ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha dema girtî diçin nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn. Rêveberiya girtîgehê li noqteya birina nexweşxaneyê jê re pirsgirêkan derdixîne û tedawiya hevalên me asteng dike.” 
 
‘ZEXTA POŞMANTIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Guner, got ku girtiyan jê re gotine “Me tiştekî jê poşman bibin nekiriye” û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtiyên 32 sal in di girtîgehê de zexta ‘poşmantiyê’ dikin. Ev yek bêrûmetî ye. Ne 32 salan, hevalên me bi hezaran salan jî di girtîgehê de bimînin dê vê qebûl nekin. Malbatên wan jî tiştekî wiha ji wan daxwaz nakin. Em bêrûmetiyeke wiha qebûl nakin. Ev zexta pergal û rêveberiya girtîgehê ferz dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji dewletê re dibêjin ‘êdî bes e.’ Êdî dawî li vê barbariyê û dijminatiyê bînin. Bû 32 sal û malbat li çavrêya wan in. Dayika wî beriya kurê xwe bibîne, 2 sal berê wefat kir. Bav û birayê xwe winda kir. Ji bilî min û birayekê wî tu kesekê wî li derve nema ye. Em naxwazin êdî li ber deriyên girtîgehan bimînin. Me bi hezaran sol li ber deriyên girtîgehan rizandin. Em dixwazin ev hevalên me êdî bên berdan.” 
 

Sernavên din

15/09/2024
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin