Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 1’Îlonê yên li gelek bajaran de hatine lidarxistin de berteka polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê derket pêş. 

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li gel peyamên aştiyê, her wiha banga çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate kirin. 
 
AGIRÎ  
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Agiriyê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hatin gel hev û heta pêşiya Şaxa PTT’ê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê meşiyan. Li gel Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî aştî” û “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin û pankarta “Mafê aştiyê mafê mirov e” hate hilgirtin. 
 
Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Vural Kaya diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî pirsgirêka kurd dibe. Kaya, wiha domand: “Di şerê 40 salan de gelek binpêkirinên mafan ên cidî hatin jiyîn. Di serî de mafê jiyanê, mafên mirovî bi awayekî sîstematî hatin binpêkirin. Li dijî daxwaza naskirina mafên sereke û azadiyan ên civakê, dewletê bi polîtîkayên ewlekariyê bersiv da lewma ji çareserkirina meseleyê dûr ket. Vê yekê jî civakên Tirkiyeyê bêhtir ji hev dûr xist.” 
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li navenda Colemêrgê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Hevşaredar Viyan Tekçe ku li şûna wê qeyûm hate tayinkirin û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê stran hatin gotin. Her wiha pankarta “Li dijî şer em aştiyê, li dijî tecrîdê jî azadiyê biqîrin” hate hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de xwest ku dewlet dev ji înkarkirina pirsgirêka kurd berde. Şahîn, wiha domand: “Ji bo rewşa bêpevçûnî ya mayinde, divê alî berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê tecrîd û îzolasyona li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî were bidawîkirin û rê bê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikink. Hewceye hemû girtiyên siyasî bên berdan.” 
 
COLEMÊRG/GEVER
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî tev li bûn. Girse bi dirûşma “Bijî aştî” çû cihê daxuyanî lê hate dayin. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz got ku pirsgirêka kurd bi nêzikatiyên ewlekariyê çareser nabe. Çapraz, wiha domand: “Gelek caran hatiye tecrubekirin ku israra di polîtîkayên ewlekariyê de zirarê dide aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ji bo aştiyê em bêyî dudilî dibêjin êdî bes e. Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn.”

ENQERE

Bi bangawaziya Platforma Jinan a Enqereyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê li Cadeya Yukselê heya Cadeya Sakaryayê meş hat lidarxistin û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li bûne de, gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.

Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê Emîne Ogûz, tirkiya wê jî ji hêla Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sen a Enqereyê Mehmet Aydogdû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewletên tevgav dibin, bi polîtîkayên şer dixwazin ji krîzan ketine tê de derbas bikin û wiha hate gotin: “Mirovahî di Rojhilata Navîn de ji şer û hestirên çavan bêhtir tiştekî din nedît. Mêtingerî di tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn de cîhanê anî ber deriyê şerekî nû yê cîhanê. Şerta domandina emrê xwe ya MHP’ê û AKP’ê domandina şer, pevçûn û gengeşiyê ye. Li welatê me astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasi, wekhevî û azadiyan, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Îro têkoşîna li Rojhilata Navîn, Iraq, Şengal, Sûriyeyê û Rojavayê tê domandin hem têkoşîna mirovahiyê ye hem jî têkoşîna demokrasi, azadî û aştiyê ye.”

‘DERDÊ DEWLETÊ ZÊDETIRÎN ŞER E’

Bi ser navê Platforma Jinan Îlke Kumartaşlioglû daxûyanî da û da zanîn ku desthilat tim bi helwesta zêdetrin kar bike şeran gur dike û wiha got: “Tekane derdê dewletê şer e. Şerê ji Rojhilata Navîn heya Rûsya û Ûkrayna û Filîstînê bûye herî zêde jin û zarokan dikuje. Bi kuştinê namîne, xizan û birçî dihêle, gelan ber bi krîzên kurtir re rû bi rû dihêle. Derdê dewleta ku ji şer re bûdçeyê vediqetîne û şer diqîre tenê bêhtir kuştin, bêhtir şer û bêhtir rant e. Em ji şer re dibêjin na. Em a niha aştiyê dixwazin. Siyasetmerdarên li dijî şer aştiyê dixwazin dixin girtîgehan. Em xwedî li hemû jinên di girtîgehan de li dijî şer aştiyê diparêzin, derdikevin.”

ÊLIH 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlhê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî pêkhatiyên platformê, Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê, OHD, Baroya Êlihê û gelek kes li Kuçeya Hunerê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “mafê aştiyê mafê mirovan e”, li hemberî şer aşitî, li hemberî tecrîdê têkoşîn, li hemberî dagirkeriyê berxwedan” hatin vekirin. 
 
'AŞTÎ MAFÊ BINGEHîN Ê MIROVAN E'
 
Çalaki bi çepik, dirûşm û tililiyan dest pê kir. Ji cihê destpêkê heya Cadeya Gulistanê meş hate lidarxisitin û kevokên aştiyê hatin firandin. Daxuyaniyê Hevserokê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şiray xwend. Şiray destnîşan kir ku armanca mirovan ji tirsê dûr, wek aştiyane jiyanek e û tevî banga aştiyê wiha got: “ Di vê çarçoveyê de em bang li ser kesê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bîne.” 
 
Piştî daxuyaniyê li pêşiay Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Gulistanê kursiya serbest hate  danîn. Kesên li vê derê axaftine daxwaza aştiyê, jiyanekî birûmet kirin û xurtkirina têkoşînê xwestin.  
 
RIHA 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê meş û daxuyaniya çepemeniyê li dar xist. Tevî pêkhateyên platformê, gelek partiyên siyasî yên li bajar, hevşaredarên Pirsûs, Xelfetî, Hewag, Serêkaniyê û gelek welatÎ tev li çalakiyê bûn. Girse li Parka Novada kom bû û bi berzkirina dirûşmên ber bi Qada Topçû meş li dar xistin û diruşmên “Aştî ji Îmraliyê derbas dibe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Biji berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê Îsmaîl Tûtal daxuyaniya çepemeniyê xwend. Tûtal kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji, dest dane bi bîr anî û wiha got: “Şer beriya her tiştî rizandina civakî ye.” Hevseroka DEM Partiya Rihayê Sema Aîşeoglû jî wiha got: “Em ê di her şert û mercan de aştiyê biparêzin. Em ê di dema tecrîd belavî hemû gel bûye de parastina azadiyê bidomînin.”  
 
Dayikên endamên înisiyatîfa Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin. Daxuyanî bi çepik û gerandina govendan bi dawî bû.
 
DÎLOK 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dîlokê daxuyaniya çepemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li Partka Yeşîlsûyê hate dayîn. Tevî gelek pêkhateyên platformê Parlamentera Partiya Kedê (EMEK) ya Dîlokê Sevda Karaca, Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan û Postayê (HABER-SEN) Mesût Balcan tev li daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz axivî û wiha got: “Siyasetmedarên sivîl ên kurd, parastvanên mafên mirovan, rojnameger, hunermend û gelek kes ji ber ji dewletê cudatir difikirin di hefsê de tên ragirtin, neçar dimînin ku diçin welatên li derve.”
 
Daxuyanî biç epik û diruşima “Bijî aşitî” bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê de meş û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Mêrsînê, Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên Akdenîzê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dem Partî wek kortej ji pêşiya Mala Mamosteyan a Yenîşehîrê kom bûn û heya Parka Ozgecan Aslanê meş lidarxistin. di meşê de gelek caran dirûşmên "Bijî aşitî” û “Jin jiyan azadî”
 
‘MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD OCALAN E’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan destnîşan kir ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şereke dijwar didome û wiha got: hêj ku yên di polîtîkayên şer de israrê dikin, şeran li gelan ferz dikin hene. Li aliyekî şeran dikin perde, li aliyekî çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe dikin.” Aşan bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û axaftina xwe wiha domand: “ Îro birêz Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdekî giran de dijî, muxatabê pirsgirêka kurd e. Muxatabekî din jî Meclis e. Divê Meclis vê pirsgirêkê çareser bike.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz jî wiha axivî: “Pirsgirêka kurd ne tenê bandorê ser wekhevî, azadî û daxwaza aştiyê dike, di heman deme de bandorê ser aborî, çand, talana xwezayê û pirsgirêkên perwerdeyê jî dike. Lewma di serî de hêzên ked û demokrasiyê divê her kes daxwaza aştiyê xurt bike. 
 
Çalakî bi gotina stran û gerandina govendan bi dawî bû.  
 
ÎZMÎR
 
Bi bangawaziya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi tev li buna sedan kesan li Qada Cumhuriyetê miting hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Bûrcûgul Çûbûk û Îbrahîm Akin tev li mitîngê bûn. Tevî pankarta mezin a “Ji şer re na, aşitî aniha” gelek pankartên têkildarî aştî, demokrasî û mafên mirovan hatin daliqandin. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Biji biratiya gelan”, “Ji şer re na, ji kedkaran re bûdçe”, “Biji berwxedana zindanan” û “Jin jiyan azadî”  hatin berzkirin.
 
Bi ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz axivî. Yilmaz bi bîr xist ku di her mijarekî de mafên mirovan tên binpêkirin û azadî tune tê hesibandin. Yilmaz bal kişand ser şerên dom dikin û da zanÎn ku hêviya gelan a bi jiyanekî xwişk û biratiyê, û jiyan aştiyane tê astengkirin. 
 
BAJAREN DIN 
 
Platformên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Semsûr, Meletî, Denîzlî, Mûgla, Manîsa û Eskîşehîrê bi boneya 1’ê Îlonê çalakiyên cur bi cur li dar xistin û li dijî polîtîkayên şer bal kişandin girîngî û pêdiviya aştiyê. Çalakî bi tevlîbûna gelek kesan, bi gotina stranan, berzkirina diruşman, çepik û tililiyan dom kirin. Di çalakiyên hatine lidarxisitin de bang li reyedar û hemû kesan hat kirin ku di çarçoveya pêkanîna aştiyê de bi rola xwe rabin. 
 
 
 
 

Sernavên din

05/09/2024
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan