Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê

img

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên weke lêgerîna tazî û tundiyê yên li girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê diqewimin anî rojeva Meclisê. 

 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onûr Duşunmez, binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmara 1 û 2’yan ên li Kocaelî û Tekîrdagê ku serdana wan kirin anî rojeva Meclisê. Duşunmez têkildarî binpêkirinan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. 
 
LÊGERÎNA TAZÎ Û ÎŞKENCE
 
Duşunmez di serlêdanê de bal kişand ser rewşa girtî Adem Dînç ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kocaeliyê îşkence lê hate kirin. Duşunmez, da zanîn ku sergardiyanê ku îşkence li Dînç kirî piştî îşkenceyê nehatiye girtîgehê û têkildarî îşkenceyê gilî hatiye kirin. 
 
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Ewlehiya Bilind ên Kocaeliyê lêgerîna tazî li girtîgehan hatiye ferzkirin û girtiyên ku ev rewş qebûl nekirine îşkence li wan hatiye kirin. Her wiha bal hate kişandin ku sewqên nexweşxaneyan dereng tên kirin û ev tişt hate gotin: “Girtî nikarin ji şertên tedawiyê sûdê bigirin û di encama derengmayîna tedawiyan de bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin, di dema sewqên nexweşxaneyan de ji aliyê cendermeyan ve lêgerîna nava dev tê kirin û kesên ku ev pêkanîna neneheq qebûl nakin, sewqên nexweşxaneyan nayên kirin, di çarçoveya biryarên ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehan ve tên dayîn înfaza girtiyan bi hincetên keyfî tên şewitandin.”
 
‘CIHEKARÎ LI GIRTIYAN TÊ KIRIN’ 
 
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku heman binpêkirin li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Tekîrdagê jî diqewimin. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Hate tespîtkirin ku lêgerînên rûtîn û qismî yên li girtîgehê tên kirin li gorî prosedurê nehatine kirin, hemû tişt avêtine erdî û bêyî hincet dest danîne ser nivîs û pirtûkên girtiyan, aktîvîteyên civakî di 45 rojan de bi 10 saetan hatine bisînorkirin, destûr nayê dayîn ku girtî xwe bigihînin rojnameya dixwazin, bikaranîn kompîturê bi hincetên keyfî hatine astengkirin, girtî bi hin navan hatine binavkirin û cihekarî tê kirin.”
 
Duşunmez, bi daxwaza ku Wezaretê Dadê bibersivîne pêşniyaznameyek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. 
 
Di pêşniyaznameyê de ev pirs cih girtin: 
 
* Tevî ku cezayê dîsiplînê nîne jî astengkirina mafên girtî û hikumxwaran a bi awayekî keyfî sûc e. Derbarê faîlê sûc sergardiyan ku me li jor qala wî kiriye û berpirsyarên din de lêpirsîneke edlî û îdarî hatiye destpêkirin?
 
* Der heqê personelên ku dibin sedem ku girtiyên ji girtîgehên din tên sewqkirin rastî pêkanînên li dijî rûmeta mirovan bên û mafên xwegihandina tenduristî û jiyanê yên girtiyên di dema sewqkirina nexweşxaneyê de rastî lêgerîna tazî tên, tên binpêkirin, lêpirsînek hatiye vekirin an na?
 
* Astengkirina mafê parastinê yê girtiyan, binpêkirina azadiya ragihandinê û astengkirina mafê xwegihandina tenduristiyê, binpêkirina qedexeya mûameleya nebaş a li girtîgehan e. Faîl û berpirsyarên ku qedexeya mûameleya nebaş binpêkirine ji aliyê Wezareta we ve hatine tespîtkirin? Derbarê wan de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin?
 
* Hejmara giliyên ku di 5 salên dawî de li Girtîgehên Tîpên F ên bi Hejmarên 1 û 2’yan ên Ewlehiya Bilind ên Kocaeliyê ji Wezareta we re hatine ragihandin çend in? Ev gilî ji aliyê we çawa hatine çareserkirin?
 
* Li girtîgehan ‘Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehê’ bi pêkanînên keyfî berdana girtiyan asteng dikin. Têkildarî vê yekê ji Wezareta we re çend serlêdan hatine kirin? Çend ji van serlêdanan ketine meriyetê?
 
* Li girtîgehên Tirkiyeyê berdana çend girtiyên siyasî ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî ve bi kîjan hincetan hatine taloqkirin?”
 
 

Sernavên din

18/09/2024
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket