Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn

img

MÊRDÎN - Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay a bîranînê de axivî, wiha got: “Li ser van axan dê cînayetekî neyê ronîkirin nemîne.”

Parlamenterê Partiya Demokratê (DEP) Mehmet Sîncar û rêveberê Partiyê Metîn Ozdemîr dema xwestin bûyera ku endamên Meclisa Partiyê (PM) yên DEP’ê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç hatine qetilkirin, li cihê bûyerê lêkolîn bikin , di 4’ê îlona 1993’yan de çûn Êlihê û hatin qetilkirin. Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Cîgira Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, parlamenterê DEM Partiyê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, hevşaredarên navçeyan, malbata Sîncar û gelek welatî beşdarî bîranîna ku li ser gora Sîncar a li navçeya Qoser a Mêrdînê hate kirin bûn. 
 
Girseya beriya bîranînê li ser Rêya Eradê kom bû, pankarta “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” vekirin û dirûşma “Şehîd namirin” berzkirin û heta goristanê meşiyan. Piştî meşê girseya li ser gorê kom bû ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin.
 
KÛDAY: GELÊ KURD DÊ ÇOK NEDEYNE 
 
Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) Salîh Kûday ê piştî rêzgirtinê axivî, anî ziman ku ji ber hovîtiya di salên 90’î de her aliyê Kurdistanê veguherandine goristanê û bi lêv kir ku tu ferq di navbera desthilatên wê demê û ya niha de nînin. Kûday, diyar kir ku li her çar parçeyê Kurdistanê êriş berdewam dikin û anî ziman ku heke faîlên Mehmet Sîncar bên darizandin û cezakirin bawer dikin ku dê cînayetên kiryarên wan nediyar nemînin. Kûday, da zanîn ku gelê kurd tevî girtin, cinayet û komkujiyan çok nedanî ye û destnîşan kir ku dê ji niha şunde jî çok nedeyne û serî netewîne. 
 
AHMET TURK: EM Ê JI BÎR NEKIN 
 
Pişt re Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Turk, bang li Sîncar kir û wiha got: “Birayê min ê rêzdar; dizanim gelê kurd ji bo pêşeroja xwe gelek berdel dan. Yek ji van berdelan jî tu yî. Ez bawer dikim ku niha tu îro dipirsî, gelê kurd azadî û mafên xwe bidestxistin an na? Dema em jî sibê binax bûn dê heman tiştan bipirsin. Gelê kurd di çi rewşê de ye? Em jî dê van tiştan mereq bikin. Gelek sal derbas bûn. Bi rastî jî bi dijminatiyeke mezin nêz dibin. Weke serdema tu şehîd ketî niha jî bi hovane nêzî kurdan dibin. Gelê kurd ji bo mafên xwe bi dest bixe berxwedaneke mezin nîşan dide. Em dizanin ku gelê kurd tevî evqas bedelan ji bo azadiya xwe dest ji têkoşîna xwe bernade. Em ji gelê xwe bi bawer in. Gelê kurd dê li van hemû berdelên ku ji bo pêşeroja xwe dane xwedî derkevin û her demê di nav xebatan de bin. Em ê tu carî te ji bîr nekin.”
 
GUNAY: EM Ê BERXWEDANA WÎ JI BÎR NEKIN 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay a piştî Turk axivî jî wiha got: “Ne me hevrêyên xwe ne jî gelê kurd ev neferê doza mafdar qet ji bîr kir û ji bîr nake jî. 
 
Gunay, bi lêv kir ku li her derê cînayetên kiryarên nediyar û komkujiyên li benda ronîkirinê hene û wiha got: “Desthilat dikare helw bide van komkujiyan me bide jibîrkirin. Lê em ê her hevalekî xwe, her berxwedana xwe tu car ji bîr nekin. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê cînayetên kiryarên wan nediyar û van komkujiyan teqez ronî bikin. Mîrate û dersa herî mezin ku Mehmet Sîncar ji me re hiştiye ev e.”
 
‘DÊ HESABÊ BIDIN’ 
 
Gunay, da zanîn ku di salên 90’î de rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar dihatin qetilkirin îro jî ji bo ku bi kurdî diaxivin, xwedî li nasnameya xwe derdikevin gelê kurd û ciwanên wan hêj tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Gelê kurd tu caran bi paş ve gav neavêt û dê tu car jî dest ji nasnameya xwe bernede. Xwedî derketina nasnameya kurd, zimanê kurd domand, weke ku xwedî li şehîdên xwe derket, weke ku li bîranîna her hevrêyekî/e xwe ya hatiye qetilkirin. 31 sal in dosyaya wî hêj vekiriye; lê em dizanin ku desthilat dixwaze vê dosyayê bigire. Hûn nikarin dema tu cînayetên kiryarên nediyar, dosyaya hevrêyên me biborînin. Em van tu caran ji bîr nakin, nadin ji bîr kirin. Heta ku bêhna me tê re bike em ê faîlên van cînayetan derxînin holê û helbet rojekê heqîqet dê derkeve holê. Ev mîrateya ku Mehmet Sîncar ji me re hiştiye ye û em ji vir careke din jê re soz didin. Tu cînayetên ku li ser vê axê neyên ronîkirin namînin. Herkesê li ser vê axê hevrêyên me qetilkirin dê rojekê li pêşberî hiqûqê hesabê bide û rastî dê derkevin holê.”
 
SÎNCAR: EM RÛMETA XWE NADIN TU KESΠ
 
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî anî ziman ku di nava sedsalekê de bi hezaran lehengên Kurd hatine qetilkirin lê yek jî nehatiye jibîrkirin. Sîncar, bal kişand ku tê xwestin dosya bê girtin û anî ziman ku hevjînê wê û hevalên wê bi pêkanînên vê hikumetê cara duyemîn hatin qetilkirin. Sîncar, da zanîn ku dê ne Sîncar ji bîr bikin ne jî bidin ji bîr kirin û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku kî li ser vê axê kevirekî deyne ser kevirekî em minetdarê wan in. Li ser vê axê gelek bedel hatin dayîn, gelek kesan canên xwe dan, kesan li girtîgehan hatin îşkencekirin. Tu tiştekî me nedaye nema. Tenê rûmeta me maye, bila kes qisûrê nenêre em wê jî nadin tu kesê.”
 
Piştî axaftinan merasîma bîranînê ya Mehmet Sîncar bi danîna qurnefîlan a li ser gora wî bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

06/09/2024
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'