OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir

STENBOL - Şaxa ÔHD’a Stenbolê diyar kir ku xetere li ser jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday heye û banga berdanê kir. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û tevî rapora ATK’ê ya “Nikare bi tena serê xwe bijî” jî nayê berdan, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo girtiyên nexweş azadî” hate hilgirtin û gelek hiqûqnas tev li bûn. 
 
ParêzeraKuday û Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal diyar kir ku muwekîlê wê bi nexweşiya masûlkeyan a rê li ber mirinê vedike ketiye û teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin. Onal, wiha dom kir: “ALS, weke nexweşiya motor noronê tê zanîn û rê li ber mirinê vedike. Lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû ya Tekîrdagê gotibû; “Nexweşeke giran û astengdar lewma divê înfaza wî ji bo 6 mehan bê taloqkirin.’ Lê demek piştre raporeke din a ‘Divê sewqî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin’ nivîsand. Di rapora ATK’ê ya di 24’ê kanûna 2021’ê de jî hat gotin ku Kuday dikare di mercên Girtîgeha Tîpa R’yê de bijî. Li ser vê yekê şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê.” 
 
‘BI ALÎKARIYA 2 KESAN DIKARE BIMEŞE’
 
Onal, da zanîn ku di nexweşiya Kuday de tu pêşketin nîne û wiha pê de çû: “Ji bo taloqkirina înfaza wî me di 28’ê mijdara 2022’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bakirkoyê da. Serlêdana me hat redkirin. Di Rapora Lijneya Tenduristiyê ya Rewşê Radigihîne ya 16’ê çileya 2023’yan de hat gotin ku ‘ji bo karûbarên rojane bi temamî hewcedarê alîkariyê ye, di nexweşiya wî de çi başbûn çênabin, serlêdêr bi alîkariya du kesan dikare bimeşe, nikare baş daqurtîn û pêdiviya wî bi mamayê heye, lewma divê cezayê wî were taloqkirin.’ Lê dîsa jî nehat berdan. Tevî van jî ATK’ê di rapora xwe de got ku dikare li girtîgeha tîpa R’yê bimîne. Ji ber ku Kuday yek ji girtiyên cezayê muebbeta girankirî ye, serlêdan hate redkirin.” 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ MUAMELEYA XERAB
 
Onal, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 22’yê tebaxê de Kuday birine Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakura ya Başakşehîrê û ev tişt anî ziman: “Li nexweşxaneyê muameleyeke dermirovî li Kuday kirin. Destûr nehat dayin kesek li cemî wî bimîne. Nikare bi tena serê xwe biçe destavê. Dema alîkarî ji peywirdarên nexweşxaneyê xwestî jî kesekî alîkar nebû. Her wiha av û xwarin nedan Kuday. Kuday jî got ku mimkin nîne di nava van şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê de bimîne xwest vegere girtîgehê. Li ser vê yekê şandin girtîgehê.” 
 
KET BIN 40 KÎLOYÊ: HESTIYÊN WÎ XUYA DIKIN 
 
Bi domdarî Onal got ku di rewşa heyî de tenduristiya Kudayn di rewşeke krîtîk de ye û ev agahî da: “Êdî daket bin 40 kîloyan û hestiyên wî xuya dikin. Êdî nema dikare ser kursiyê jî rûne. Bi kursiya biteker tê hevdîtinên parêzeran, gelek kîlo daye. Got ku hestiyên wî diçin pişta wî de lewma pişta wî tehrîş bûye, laşê wî reş û şîn bûye, nikare hereket bike, nikare baş bêhnê bistîne û di xwarinê de gelek zehmetiyan dikişîne. Di heman demê de saturasyona Kuda daketiye 63-64’ê.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Onal, axaftina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Di serî de Kuday, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Xetereyeke mezin li ser Kuday heye û mafên wî yên jiyanê û qedexeya îşkenceyê tên binpêkirin. Ji bo Kuday li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin û li cem malbata xwe be, divê tavilê were brdan. Em bang dikin ku Serdzgeriya Komarê ya Bakirkoyê, Wezareta Dadê û hemû rayedar di vê mijarê de gavan biavêjin.” 

Sernavên din

09/09/2024
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN
07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin