Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye

img
STENBOL - Spectrum Houseyê rapora xwe ya têkildarî meyla hilbijêrên kurd eşkere kir. Di raporê de performansa DEM Partiyê ya piştî hilbijartinê serkeftî hate nirxandin û piraniya hilbijêran daxwaza pêşhilbijartinê kir.  
 
Navenda Fikr û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê rapora xwe ya “Meyla Hilbijêrên Kurd û Pîvandina Performansê” li avahiya xwe ya li Kadikoyê eşkere kir. Daneyên raporê ji hêla Dîrektorê Giştî yê Navendê Dr. Azad Bariş ve hatin xwendin. 
 
Hat gotin ku lêkolînê li qadê di navbera 15-28’ê tebaxê de û bi hezar û 508 kesên bi ser temenê 18 saliyê re rû bi rû hatiye kirin. Hat diyar kirin ku lêkolîn li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlig, Amed, Colemêrg, Şirnex, Wan, Stenbol, Enqere û Mêrsînê hatiye kirin. Ji sedî 53,8’ê beşdaran zilam û ji sedî 46,2 jî jin bûn. 
 
PIRSA TÊKILDARÎ SEROKKOMARIYÊ
 
 
Pirsa “Heke îro hilbijartina serokkomariyê were kirin dê dengê xwe bidî kê?” hate kirin. Ji sedî 46,8’an got Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 18,7’an got Tayyîp Erdogan, ji sedî 8,8’an got Ekrem Îmamoglû, ji sedî 4,6’an got Ozgur Ozel û ji sedî 3’yan jî got Mansur Yavaş.  Dema kesên bêbiryar û fikrên xwe parve nekirin li ser hatin zêdekirin jî dengê Demîrtaş derket ji sedî 51,2. 
DEM PARTÎ LI PÊŞ E HUDA PAR LI PAŞ
 
Bi domdarî pirsa “Heke îro hilbijartina parlamenteriyê were kirin dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 39,3’yan got DEM Partî. Ji beşdaran tenê ji sedî 1’ê got HUDA PAR. Dema pirs li gorî herêman tê kirin û wisa tên parvekirin jî dengên DEM Partiyê derketin ji sedî 60,8’an û yên HUDA-PAR’ê ji sedî 2. 
DI HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE DEM PARTÎ TÊ TERCÎHKIRIN 
 
Di lêkolînê de pirsa hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî hate kirin. Ji sedî 30,6’ê beşdaran gotin dengê xwe dane DEM Partiyê. Ji sedî 16,4’an jî got AKP. Dema hejmara kesên dengê xwe nedayin û yên ji bo dengdayinê temenê wan biçûk tên belavkirin jî dengê DEM Partiyê derket ji sedî 48’ê. 
SEDEMA ESASÎ: DILSOZIYA BI PARTIYÊ RE 
 
Di berdewamê de ji beşdaran pirsa “Sedema esasî ya dengê te daye partiya xwe çi ye?” hate kirn. Ji sedî 30,1’ê beşdaran gotin “Dilsoziya bi partiyê re”, ji sedî 27,6’an got “Pêşengê partiyê”, ji sedî 24,1’an got “bername û polîtîkayên partiyê”, ji sedî 9,3’yan got “profîla namzetên partiyê”. 
HILBIJÊR PÊŞHILBIJARTINÊ DIXWAZIN
 
Yek ji mijara di lêkolînê de derketî pêş jî pêşhilbijartin bû. Ji sedî 67’ê beşdaran xwestin pêşhilbijartin bê lidarxistin. Ji sedî 27,7’an nexwest û ji sedî 5,3 jî bêbiryar bûn. 
SEDEMA PÊŞHILBIJARTINÊ KRÎZA ABORÎ YE 
 
Her wiha pirsa “Hûn çima pêşhilbijartinê dixwazin” hate kirin. Ji sedî 36,7’an got “Aboriya nebaş”, ji sedî 28,9’an got “Divê îktîdar biguhere”, ji sedî 13,3’yan got “pêşeroja Tirkiyeyê” û ji sedî 5,1’an jî got “Bêedaletî.” Li bajarên kurdan jî ji sedî 68’an xwestin pêşhilbijartin were lidarxistin. 
PERFORMANSA DEM PARTIYÊ SERKEFTÎ YE
 
Di nava beşdaran de ji sedî 66,2’yan gotin heta niha dengê xwe dayine DEM Partiyê. Ji sedî 33,8’an jî gotin dengê xwe nedane DEM Partiyê. Ji beşdaran hat xwestin ku performansa DEM Partiyê binirxînin. Ji beşdaran ji sedî 48,9’an got performansa DEM Partiyê ya piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî baş e û ji sedî 28,4’an jî got ku serkeftî nîne. Ji sedî 22,7’an jî got “Ne serkeftî ye ne jî neserkeftî ye.” 
Ji beşdaran her wiha pirsa “Divê DEM Partî ji bo hilbijêrên kurd kîjan polîtîkayan pêş bixe?” hate kirin. Balkêş e ku ji sedî 25,7’an bêbersiv hişt. Ji sedî 16,9’an got “pêşxistina welêt” û ji sedî 10’an jî got “pirsgirêka kurd.” 
LÎDERÊ HERÎ ZÊDE TÊ ECIBANDIN: OCALAN 
 
Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “Herî zêde kîjan serokê siyasî diecibînî?” hate kirin. Di vê beşê de “Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak” ji sedî 51,7 deng stand. “Recep Tayyip Erdogan, Hakan Fîdan û Devlet Bahçelî” ji sedî 15,3, “Ekrem Îmamoglû, Ozgur Ozel û Mansur Yavaş” jî ji sedî 9,2’yê dengan standin. Ji sedî 21,7’an jî gotin tu kesî naecibînin. 
Di beşa dawî ya lêkolînê de jî pirsa “Tu xwe nêzî kîjan nêrînê hîs dikî?” hate kirin. Ji sedî 34,9’ê beşdaran gotin “Ez xwe weke neteweperwerê kurd dibînim”, ji sedî 23,2’yan got muhafazakâr, ji sedî 19,9’an got sosyalîst, ji sedî 5,5’an got lîberal, ji sedî 4,9’an got neteweperestê tirk. Ji sedî 11,7’an jî got “bersiv/fikra min tune ye” û “Tu ji wan” da. 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Efrîn dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin