Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn

img
ÊLIH - M. Emîn Çam ê aliyê wî yê çepê felcî bûye, bi hinceta ku govend gerandiye 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Keça wî Şîmel Çamê bertek nîşan da û got: "Min ji bavê xwe pirsî 'Qey te govend gerand?' Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, 'Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?'"
 
Li Mehmet Emîn Çam ê 72 salî û 14 kesên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ne, bi îdiaya "govend gerandine" û "li pîspîskê xistine" 15 roj cezayê hucreyê hat birîn. Malbata Çam bertek nîşanî vê yekê da. 
 
Şîmel Çam ku di 4'ê Îlonê de bi bavê xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.
 
BI WÎ HALÊ XWE YÊ FELCÎ GOVEND GERANDIYE!
 
Çamê da zanîn ku bavê wê li girtîgehê bi nexweşiyan re têdikoşe û wiha got: “Ji ber ku aliyê wî yê çepê felcî ye, bi zorê dimeşe. Her roj nexweşiyên nû çêdibin. Tevî van hemû nexweşiyan jî, bi hinceta govend gerandiye ceza lê birîne. Ev çi edalet e? Bavê min jî di nav de li 15 girtiyan cezayê govendgerandinê birîne. Tevî ku nexweş e jî ev ceza lê hatiye birîn. Min ji bavê xwe pirsî 'Qey te govend gerand?' Wî jî aliyê xwe yê felcî nîşan da û got, 'Ma ez ê bi vî halê xwe govendê bigerînim?" 
 
Çamê da zanîn ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û wiha got: “Hevjînên hev Engîn û Dîlan Polat hatin berdan. Divê edalet ji bo her kesî wekhev be. Tabûtên girtiyên nexweş ji girtîgehê dertên, lê malbata Polat bi wesayîtên modela herî dawî ji girtîgehê derdikevin. Ev rewş, bi rastî xulaseya edaletê ye." 
 
'BILA TABÛT JI GIRTÎGEHÊ DERNEKEVIN'
 
Hevsera Mehmet Emîn Çam Naîme Çamê jî diyar kir ku ji salên 90'î û vir ve bi zextên dewletê re rû bi rû ne û ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar mane ji navçeya Heskîfê koçî Sêrtê bikin. Çamê got: “Me daxwaz kir ku bê berdan û bê dermankirin, lê rabûn bi awayekî bêhiqûqî cezayê hucreyê lê birîn. Tew ji ber govendê lê birîne. Gava em diçin cem wî bi zorê radibe ser xwe. Ne tenê hevserê min, bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila ji girtîgehan tabût dernekevin." 
 
SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA
 
Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sebahat Erdogan Saritaş, ji ber cezayê li girtiyan hatiye birîn serî li Wezareta Dadê da û di serlêdanê de diyar kir ku biryara hatiye dayîn ne hiqûqî ye. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Êlihê ne li derveyî polîtîkaya biçûkxistin, asîmîlasyon, krîmînalîzekirinê ya li dijî kurdan e û wiha hat gotin: "Di encama tetkîkên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Sêrt û Amedê de hat tespîtkirin ku di mejiyê Çam de ûr heye. Ger cezayê mayina li hucreya yekkesî ji aliyê dadweriya înfazê û dadgeha cezayê giran ve were pejirandin dê girtî 15 rojan bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne û wê ev yek ji bo wî xetereyeke mezin be." 
 
Di dawiya serlêdanê de rakirina cezayên dîsîplînê yê Mehmet Emîn Çam û xwegihandina derfetên dermankirinê, bidawîkirina lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev hat daxwazkirin.
 
MA/ Fethî Balaman 

Sernavên din

12/09/2024
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
15:39 Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
15:23 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
14:19 Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
14:12 Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye
13:37 Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin
13:36 Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
12:45 Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe