Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?

  • rojane
  • 09:03 12 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” dabû û  Tirkiyeyê ev biryar tune hesibandibû. Tirkiye, ji bilî “plana çalakiyan” tu gavan naavêje. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser hewldanên rêxistinên maf û hiqûqê, mijar dîsa kir rojeva xwe. 

  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê. Di 29’ê Hezîrana 1999’an de ji bo Abdullah Ocalan biryara darvekirinê hate dayin. Piştî nîqaşên têkildarî rakirina cezayê darvekirinê, madeyên têkildar hatin guherandin. Cezayê darvekirinê di sala 2001’an de bi şertê “Ji bilî sûcên di dema gefa şer û sûcên terorê de” û di 3’yê tebaxa 2002’yan de jî bi şertê “ji bilî sûcên di şer û gefa şer a nêz de hatine kirin” hatin rakirin. 
 
Bi guhertina di 7’ê gulana 2004’an bi qanûna hejmar 5170’ê ve madeyên têkildarî cezayên mirinê ji destûra bingehîn hatin derxistin. Bi qanûna hejmar 5218 a di 14’ê tîrmeha 2004’an ve madeyên têkildarî cezayê mirinê yên di Qanûna Cezayan a Tirk de hatin derxistin. Bi vê yekê re cezayê kuştinê ji hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bi temamî hate derxistin. 
 
PÊVAJOYA YE’YÊ Û SERLÊDANA DMME’YÊ BANDOR LÊ KIR
 
Di meseleya rakirina cezayê darvekirinê de hem pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) hem jî serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bandor kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê Abdullah Ocalan erê kirî, serî li DMME’yê da. DMME’yê di 21’ê mijdara 2000’ê de biryara sekinandina bicihanîna biryarê da. Di 14’ê kanûna 2000’î de jî serlêdana Abdullah Ocalan qebûl kir. Di vê navberê de Tirkiyeyê cezayê îdamê rakir. 
 
BIRYARA ‘OCALAN’ A DMME’YÊ
 
Daîreya Mezin a DMME’yê di 12’ê gulana 2005’an de bi navê “Tirkiye/Ocalan” biryara xwe ya nîhaî da. Di biryarê de got ku doza Abdullah Ocalan adilane nîne û xwest doz jinûve were lidarxistin. Lê belê Tirkiyeyê biryara jinûvedarizandina Abdullah Ocalan red kir.  
BIRYARA ÎNFAZÊ HATE GUHERANDIN
 
Li Tirkiyeyê heta sala 2002’yan jî qanûneke ku girtiyek bêyî mafê berdana bişert heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne tune bû. Lê belê piştî ev ceza dayin Abdullah Ocalan, sepana “Heta dawiya emrê xwe ragirtina di girtîgehê de”, vê sepanê di nava sepana înfazê ya Tirkiyeyê de cih girt. Di pêvajoyên piştre de hinek madeyên ku sepana behsa xeberê jî digirin nav xwe, di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de cih girt. 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî vî cezayê ku mafê hêviya tehliyebûnê ya Abdullah Ocalan ji holê radike, serî li DMME’yê da. DMME’yê di sala 2014’an de biryara “Ocalan 2” da û di biryarê de got ku cezayê muebbeta girankirî ya li Abdullah Ocalan hatiye birîn, li dijî madeya 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike. Di heman demê de qedexekirina tehliyeya bişert jî weke “binpêkirina mafê hêviyê” nirxand. 
 
KOMÎTEYÊ CARA EWIL GIRT ROJEVA XWE
 
Peywira Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew e ku bişopîne bê ka biryarên DMME’yê hatine cîbicîkirin an na. Komîteyê cara ewil di sala 2015’an de biryara “binpêkirina” behsa xeberê girt rojeva xwe. Tirkiyeyê di 24’ê tîrmeha 2015’an de “Plana Çalakiyan” pêşkeşî komîteyê kir. Di plana çalakiyan de hate gotin ku biryara DMME’yê tevî wergera wê ji hemû dadgehan re hatiye şandin û hat îdiakirin ku ev biryar hatiye cîbicîkirin. Lê belê biryara DMME’yê bi awayekî fiîlî nehat cîbicîkirin. 
 
SERLÊDANÊN PARÊZERAN ÊN JI BO KOMÎTEYÊ
 
Di sala 2015’an de têkildarî biryara “binpêkirinê” gelek serlêdan hatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan têkildarî “Mafê hêviyê” cara ewil di 6’ê hezîrana 2016’an de serî li Komîteya Wezîran dan. Piştre jî li gorî rêzê di 12’ê cotmeha 2017’an de, di 2’yê sibata 2018’an de, di 28’ê çileya 2019’an de, di 9’ê tebaxa 2022’yan de û di 26’ê çileya 2023’yan de serlêdan kirin. Di tevahiya 6 serlêdanan de hat xwestin ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan hate cîbicîkirin û di vê mijarê de Tirkiye gavan biavêje. 
 
SERLÊDANA EWIL A RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL
 
Rêxistinên civaka sivîl cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’ê de ji bo “Mafê hêviyê” serî li komîteyê dan. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serlêdan kirin û xwestin ku komîte biryara “binpêkirinê” tavilê bixe rojeva xwe. 
 
TIRKIYEYÊ BERSIVA ‘BINPÊKIRIN TUNE YE’ DA 
 
Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’ê de piştî serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, bersiv da Komîteya Wezîran. Tirkiyeyê di bersiva xwe de îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin nehatine kirin. Tirkiyeyê pêşniyar û tespîtên têkildarî guherandina qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî de jî jinedîtî ve hat. Tirkiyeyê, di dîrokên cuda de agahî bi komîteyê re parve kir û ev îdiaya xwe domand. 
 
LI XWE MIKUR HAT KU OCALAN ‘JÊ MUAF E’ 
 
Tirkiyeyê di sala 2015’an de “Plana Çalakiyan” a duyemîn pêşkeş kir û di 7’ê cotmeha 2021’ê de pêşkeş kir. Tirkiyeyê îdiayên xwe yên di danezanê de parast. Tirkiyeyê îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê “binpêkirin” tune ne û pêşniyarên weke “Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin” û “guherîna qanûnî ya di cezayê muebbeta girankirî” de jinedîtî ve hat. Di heman demê de li xwe mikur hat ku Abdullah Ocalan ji “Mafê hêviyê” “muaf” hatiye girtin. Tirkiyeyê di kanûna 2022’yan û di tîrmeha 2024’an de jî planên çalakiyan pêşkeş kir û heman îdia kir. 
 
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL BERSIV DAN TIRKIYEYÊ 
 
Rêxistinên civaka sivîl ên serlêdan kirin, li dijî bersiva Tirkiyeyê ya di 7’ê îlona 2021’ê de ku digot “binpêkirin” tune ye, di 12’ê cotmeha 2021’ê de agahî dan komîteyê. Di agahdarkirinê de hat gotin ku îdiayên hatine kirin rast nînin û tecrîd didome. 
 
DEM DAN TIRKIYEYÊ
 
Li ser serlêdana rêxistinên maf û hiqûqê, komîteyê piştî 6 salan anku di navbera 30’ê mijdar-2’yê kanûna 2021’ê de “Mafê hêviyê” xist rojeva xwe. Komîteya ku biryara xwe di kanûnê de eşkere kir, bang li Tirkiyeyê kir ku tevdîrên pêwîst demek beriya demekî qebûl bike. Her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku têkildarî pêşketinên di cîbicîkirina tevdîrên giştî de herî dereng heta dawiya îlona 2022’yan agahiyan pêşkeş bike. 
 
PIŞTÎ SÊ SALAN DÊ DÎSA BINIRXÎNIN 
 
Bi ser civîna komîteyê ya di navbera 30’ê mijdarê-2’yê kanûna 2021’ê de 3 sal derbas bûn û niha dîsa rojeva “Mafê hêviyê” girt rojeva xwe. Komîteyê, piştî 3 salan dê di navbera 17-19’ê îlona 2024’an de civîna xwe li dar bixe û “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe. 
 
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL SERLÊDANEKE NÛ KIRIN
 
OHD, TÎHV, ÎHD, TOHAV, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfazkirina Cezayê de (SÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî biryara behsa xeberê di 31’ê tîrmehê de dîsa agahî dan komîteyê. Di agahdarkirinê de hat xwestin ku “ji bo guherînên di mewzûatên pêwîst de” bang were kirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

15/09/2024
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye