Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz

  • rojane
  • 10:18 14 Îlon 2024
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku partiya rêxistinkirina wê xurt e dê mezin û bihêz bibe û wiha got: “Gotina her kesî bi qasî rêxistinbûyîna wan e.”

Konferansa Rêxistinkirinê ya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) dest pê kir. Li eywana konferansê pankartên “Jin jiyan azadî” , “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” hatin daliqandin. 
 
Ji bilî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek parlamenter tev li bûn. Konferans bi avakirina dîwanê û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re Elîf Bûlût a li ser navê dîwanê mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku DEM Partî li Kurdistanê pêşeng e û li Tirkiyeyê jî partiya mûxalefeta sereke ye. Bûlût, anî ziman ku paradîgmayeke DEM Partiyê heye, ev paradîgma armanc dike ku li dijî talankirina xwezayê, xizaniyê, tundiya zarokan û gelek pirsgirêkên din têkoşînê bimeşîne û da zanîn ku ew têkoşîna edalet, aştî û demokrasiyê jî dimeşînin.
 
KONFERANSEKE DÎROKÎ  
 
Bûlût, wiha berdewam kir: “Em ê rêyeke çawa vekin, em ê wezîfeya xwe ya dîrokî çawa bi cih bînin? Di vê konferansê de em ê li ser rê û rêbazên vê biaxivin. Li cihê ku jin lê tune be, li cihê ku siyaseta jinê tune be, her tişt nîvco û kêm e. Me du rojan nîqaş kir û biryarên xurt girtin. Biryarên ku em ê li vir bigirin em ê mezintir bikin. Em konferanseke ku xwedî wateyeke dîrokî li dar dixînin. Em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin.”
 
HÊVIYA BINDESTAN
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî, biryarên di konferansê de bên girtin wê di dema pêş de xeta rê ya partiyên wan diyar bikin. Bakirhan, bi lêv kir ku DEM Partî yekane hêviya gelan û kedkaran e û wiha got: “Ji bo ku em konferansa xwe li dar dixin nabêjim. Ez bi nihêrîna li vîna bloka dualî ya heyî ya li ser gelên Tirkiyeyê û paşeroja wan re qala rewşa heyî ya li Tirkiyeyê dikim. Ev bingeh, bingeheke binirx û biqiymet e. Ji bo vê yekê jî gelên Tirkiyeyê, kedkar û bindestên Tirkiyeyê partiya me weke hêviyeke mezin dibînin. Di vê pêvajoya ku partiya me dibe hêvî de di serî de berpiryartiyeke mezin dikeve ser milê delegasyonê.”
 
‘RÊXISTINKIRINA XURT, RÊXISTINA XURT’ 
 
Bakirhan, gotinên xwe wiha domandin: “Ji bo em vê zemîna ku hêviya gelan û kedkarên li Tirkiyeyê ye bi rengekî serketî teslîm bigirin, erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her yekî ji me. Ez bawer im piştî vê konferansê em ê li vê salonê careke din van erk û berpirsyariyan nîqaş bikin û biryarên gelekî girîng bigirin û ji bo bicihanîna vê mîsyona dîrokî ked û têkoşîneke mezin bidin. Di bicihanîna mîsyona dîrokî de yek ji wezîfeyên herî girîng û pêşeng, rêxistinbûyîn û rêxistineke xurt e. Ne pêkan e ku ti tevgereke siyasî ya xwedî rêxistinbûyîneke xurt nîne, vê zemîn û firsenda dîrokî ya di nava vê siyasetê de derketiye holê bicih neîne. Di vê konferansê de ji ber ku em bi vê ezmûna dîrokî re rû bi rû ne, hevalên me wê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hûn baş dizanin ku partiyeke xwedî rêxistinbûyîneke xurt nebe, ne partiyek e. Gotina her kesî bi qasî rêxistinbûna xwe ye. Gotina partiya xwedî rêxistinbûyîneke xurt beralî dike û ji ber vê yekê lidarxistina konferansan girîng e. Ji ber vê yekê me bi rojan li herêman civîn û konferansên herêmî lidar xistin.”
 
Berdewama nûçeyê tên…
 
 

Sernavên din

18/09/2024
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir