Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê

  • rojane
  • 09:38 20 Îlon 2024
  • |
ŞIRNEX - Tîmên ku di tûrnûvaya fûtbolê ya di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tê lidarxistin de derketin nîvefînale diyar bûn. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser navê Gulistan Dokû ya ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” tûrnûvaya fûtbolê li dar dixe. Tîmên ku derketin çarêkfînalê hatin hemberî hev. Di çarekfînala tûrnûvaya di pêşengtiya Şaredariya Cizîrê de tê lidarxistin, şampîyonên tûrnûvayê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê amade bûn. Di maçên çarêkfînalê de 4 tîm derketin nîvefînalê. 
 
‘DÎSA CÎWAN DÎSA SERHILDAN’
 
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez, Hevşaredarê Cizîrê Abdûrrahîm Dûrmûş, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û bi sedan welatiyan maç temaşe kirin. 
 
Pankartên “Tiryakê nekêşe, azad bibe” , “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” û “Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, em ê Kurdî bijîn” hatin daliqandin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Dîsa cîwan dîsa serhildan” û “Jin ciwan Kurdistan” hatin berzkirin. 
 
‘EM Ê BI DÎNAMÎZMA CIWANAN RUHÎ ZINDÎ BIKIN’ 
 
Hevşaredarê Cizîrê Abdûrrahm Dûrmûş ê di destpêka tûrnûvayê de axaftineke kurt kir, anî ziman ku dixwazin bi vê tûrnûvayê ruhê ciwanan ê yekitiyê zindî bikin. Dûrmûş, diyar kir ku dixwazin hemû qadên jiyanê yên ji gel re hatine girtin jinûve vekin û wiha got: “Em ê hemû qadên jiyanê yên ji me re hatine girtin jinûve vekin û bi awayekî azad bêhnê bistînin. Ev jî dê bi ruhê ciwanan bibe. Îro ji gelek bajaran ciwan hatin Cizîra bi ruhê berxwedan û azadiyê dîroka wê berxwedan e. Em ê ruhê ku tê xwestin bê fetisandin bi dînamîzma ciwanan zindî bikin.”
 
Pişt re parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal axivî û wiha got: “Em ji erdnîgariya Kurdistanê ciwanên hatine Cizîra Botan silav dikin. Îro li çar parçeyên erdnîgariya em lê dijîn li dijî jiyana nû û heqîqetê şer heye. Li Kurdistanê, Filistînê, Ûkraynayê û li hemû cîhanê dixwazin ciwanan û civakê dîl bigirin.”
 
‘GELÊ KURD DÊ DEST JI NASNAMEYA XWE BERNEDE’  
 
Ûysal, da zanîn ku serwer dixwazin bi van êrişan xwe meşrû bikin û wiha axivî: “Di şerê îro berdewam dike de weke polîtîkayên qetilkirin, tacîz û tecawizê yên li dijî jinan, dixwazin bi polîtîkayên bênasnametiyê, jibîrkirina dîrokê, xistina nava tiryakê îradeya ciwanan bişkînin. Çawa ku gelê kurd di dîrokê de li ser vê axê xwedî dîroka xwe derketibe dê ji niha şunde jî dest ji heqîqet û nasnameya xwe bernede.”
 
ROJA ŞEMIYÊ NÎVEFÎNALE
 
Piştî axaftinan bi lêdana gogê ya du dayikên ji Meclisa Dayikên Aştiyê maçên çarêkfînalê dest pê kirin. Ewilî Edenespor û Mêrdînspor hatin pêşberî hev. Mêrdînsporê, Edenespor têk bir. Di maça duyemîn de jî Silopiyaspor û Êlihspor hatin pêşberî hev. Di vê maçê de jî Silopiyaspor bi ser ket. Di maça sêyemîn de jî Wan Xaçortspor û Rihaspor hatin pêşberî hev û Rihaspor bi ser ket. Di maça dawî de jî Amedspor û Cizîrspor hatin pêşberî hev. Di vê maçê de jî Cizîrspor bû tîma çaremîn a derket nîvefînalê. 
 
Maçên nîvefînalê dê sibê bên lîstin. 
 

Sernavên din

07/10/2024
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye