Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê

  • rojane
  • 09:04 1 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Rêveberên DEM Partiyê yên ji bo mitînga “Azadiyê” li Stenbolê bûn seferber, diyar kirin ku armanca wan ew e ku 50 wesayîtan bişînin û banga “Em berê xwe bidin Amedê û li wir kom bibin." 

Amadekariyên mitînga ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de di 13’ê cotmehê de li Amedê bê li darxistin bênavber berdewam dikin. Yek ji bajarên ku tê payîn dê gelek tev li bûn jê çêbibe jî Stenbol e. 
 
Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên li hemû navçeyên bajêr xebatan dimeşînin banga tevlibûna mitîngê kir. 
 
ÇARESERÎ TÊ ASTENGKIRIN
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîlît Kartal îşaret bi pirsgirêka kurd kir û anî ziman ku çareserî ji aliyê rayedarên desthilatê û dewletê ve tê astengkirin. Kartal, axaftina xwe wiha domand: “Mafên gelan nayên naskirin. Bi taybetî li Îmraliyê 4 sal in li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Tê xwestin ku têkiliya Ocalan a bi gel re qut bikin. Bîrdoziya wî û pêşniyarên çareseriyê ji milet tên îzole kirin. Ev îzolasyon jî ne tenê Ocalan tê wateya astengkirina azadî û mafên demokratîk ên gelê kurd. Mafên girtiyan li gorî normên navnetewî û krîterên Kopenhagê yên Yekitiya Ewropayê (YE) hatine diyarkirin. Lê mafên birêz Ocalan bi vê tecrîda tê pêkanîn re tên paşguhkirin. Mafên bingehîn ên weke name, telefon, hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî nayê qebûlkirin.”
 
GIRÎNGIYA MITÎNGÊ 
 
Kartal, anî ziman ku nasîna mafên gelê kurd û azadiya wî bi tecrîdê re têkildar e û da zanîn ku di vê çarçoveyê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê di nava salê de hin rêze çalakî û aktîvîte bên kirin. Kartal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn di heman demê de li dijî mafên kurdan ên kolektîf, ziman, çand û tevlibûna wan a siyaseta demokratîk e. Weke partî ji bo ku ev tecrîd were rakirin me li gelemperiya Tirkiyeyê hin rêze çalakî dan destpêkirin. Çalakiyên rûniştinê yên li ber girtîgehan tên lidarxistin bû parçeyekî vê têkoşînê. Ev çalakî li Tirkiyeyê û Ewropayê her ku diçe belav dibin.”
 
Kartal, destnîşan kir ku mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bê lidarxistin di çarçoveya têkoşîna azadiyê ya kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hedef dikin ku bi serferberiya rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû gel re bi mezinkirina têkoşînê re girseyeke mezin a gel li Amedê bînin bahev. Em dixwazin hêza çareseriyê bi sed hezaran mirovên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê werin nîşan bidin.”
 
DÊ JI STENBOLÊ WESAYÎT BÊN RAKIRIN 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Esenyûrtê Saît Kizilkaya jî girîngiya mitîngê destnîşan kir û wiha got: “Serokê me Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye û tu agahî jê nayên wergirtin. Em nizanin ka dijî an na. Ji ber vê yekê ev mitîng ji bo gelê kurd mitînga ‘hebûn û nebûnê’ ye. Heke gelê kurd tev li mitîngê nebe dê xiyanetê li Serokê xwe bike. Ji ber vê yekê divê her kurdek tev li mitîngê bibe. Divê bi sedan hezaran kes tev li bin. Dive her kurd vê rastiyê gelek baş bifikirin.”
 
Kizilkaya, da zanîn ku dê ji gelek navçeyên Stenbolê otobusa rakin Amedê û wiha berdewam kir: “Hefteyeke xebatên me didomin û dê heta 13’ê mehê jî berdewam bikin. Em plan dikin ku herî kêm 30-40 otobusan ji Stenbolê rakin. Di pêşengtiya parlamenterên me de ev xebat dê bidomin. Hêviya me ew e ku em vê hejmare bikin 50 otobus.”
 
‘EM LI AMEDÊ BICIVIN' 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Esenyûrtê Cevdet Sari jî anî ziman ku ji bo ku zext û îşkenceya li dijî Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin têdikoşin. Sari yê ji bo mitîngê bang kir, wiha got: “Divê gelê kurd şiyar bibe. Em li dijî AKP û MHP’a faşîst berê xwe bidin Amedê, li wir bicivin û vê meşê li dar bixin. Li Tirkiyeyê aştî û edalet nîne. Dibe ku em bi vê mitîngê aştî û edaletê pêk bînin. Em li bendê ne ku hemû beşên civakê tev li vê mitîngê bibin.”
 

Sernavên din

12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 Koçyîgît geşedanên di rojevê de dinirxîne
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’