Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin

  • rojane
  • 09:01 3 Cotmeh 2024
  • |

ŞIRNEX - Peşmergeyê berê Cemîl Yaman  diyar kir ku malbata Barzanî ji roja destpêkê heta niha  bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û ji PDK'ê re got: "Ev ne pêşmergetî ye. Em ji bo azadiya welatê xwe bûn pêşmerge ne ji bo kuştina birayên xwe. Dev ji îxanetê berdin."

Êrîşên ku Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de li dijî Kurdistana Federe dan destpêkirin berdewam dikin. PDK ku bi êrîşên Tirkiyeyê re hevkarî kir, rê li ber Tirkiyeyê vekir ku leşkeran bişîne herêmê. Taybet li Başurê Kurdistanê û gelek deverên cihanê kurd rabûn ser piyan û helwesta hevkariyê ya PDK'ê şermezar kirin û bang hatin kirin ku bi tifaqiya gelê xwe re tevbigerin.  Lê PDK'ê li tevî hemû bang û hewledayinan jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam kir. Di dema ku Tirkiye di êrîşên xwe de li Başûrê Kurdistanê gelek cih dagir kiribû, li herêmê dest bi kontrolkirina rêyan kir. Li bejahiya navçeya Amêdiye ya Duhokê, ji ber êrîşên dewleta Tirk bi hezaran welatî neçar man malên xwe biterikînin. Di êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê de gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan û gelek gund jî hatine valakirin. 
 
Pêşmergeyê berê Cemîl Yaman (78) ku di serdema Mele Mistefa Barzanî de ji bo parastina xaka Başurê Kurdistanê li dijî dewleta Iraqê ji navçeya Qileban a Şirnexê çûbû Başurê Kurdistanê û di şerê li dijî Iraqê de cih girtibû, bang li PDK'ê kir ku dev jê birakujiyê berde. 
 
'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR BÛ XWEDÎ STATÛ' 
 
Yaman, diyar kir ku ew ji bo azadiya Başurê Kurdistanê beşdarî nava pêşmergeyan bû ye û got ku armanca wan azadiya çar parçeyên Kurdistanê bû. Yaman, bal kişand ser wê yekê ku piştî bûyera Doktor Şivan baweriya wî ji malbata Barzanî ne ma ye û wiha axivî: "Armanca me ew bû ku piştî rizgar kirina Basûrê Kurdistanê em bên Bakurê Kurdistanê azad bikin. Dema ku kurd li wir dihatin kuştin, me nekarî li vir bisekinin. Ji bo alîkariya birayên xwe em çûn Başûrê Kurdistanê û beşdarî şer bûn. Ew jî kurd bûn û çênedibû ku em eçin. Di encama têkoşîna hevpar a li wir hate dayin Başurê Kurdistanê bû xwedî statû. Wê deme me îxaneta yekem a Melê Mistefa Barzanî dît. Doktor Şivan û rêberên kurdan bi destê Melê Mistefa Barzanî hatin qetil kirin. Piştî wê bûyerê tu baweriya min jî Melê Mistefa Barzanî nema. Ji ber ku Melê Mistefa Barzanî ku birayên xwe qetil kirin wê çawa bihata Bakur û ji bo kurdên Bakur şer bikira. Wê deme min tÊkiliya xwe bi wan re qût kir."
 
'DEV JI VÊ XIYANETÊ BERDIN'
 
Yaman, bi lêv kir ku malbata Barzanî ji roja ewil û vir ve bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hevkarî ne nû ye. Ev ne cara yekem e ku xiyanetê dikin. Ew her tim bi dewleta tirk re tevdigeriyan. Îro jî li dijî ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Kurdan têdikoşin, bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin. Ma heta kengê ew ê bi dewleta Tirk re vê hevkariyê bidomînin? Bi Tirkiyeyê re dibin yek û birayên xwe dikujin. Ji vê zêdetir şerme tune ye. Ew ne pêşmergetiyê. Em ji bo azadiya gelê xwe pêşmerge bûn ne ji bo kuştina birayên xwe. Bila dev ji vê îxanetê berdin."
 
BANG LI KURDÊN BAŞÛR KIR
 
Yaman, bertek nîşanî PDK'a ku piştgiriyê dide êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê jî da û diyar kir ku birakujî ji bo hemû kurdan şerma herî mezin e. Yaman, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û ev bang li Kurdên Başûr kir: "Divê gelê Başûr jî li dijî vê hevkariya malbata Barzanî bike hawar û qêrîn. Bila li dijî vê birakujiyê derkevin.  Gelê Basûr divê bi seferberiyeke mezin dengê xwe bilind bikin, bila ev hevkarî bi dawî bibe. Ji malbata Barzanî re jî edî bes e. Heta kengî wê li vê îxanetê bidomînin. Bila bi kurdan re yek bin û em bi hev re di nava biratiyê de bijîn. Heke em nebin yek wê zerareke mezin bigehêje hemû kurdan."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin