Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin

  • rojane
  • 09:33 12 Cotmeh 2024
  • |

RIHA -  Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê banga tevlibûna "Mitînga Azadiyê" ya ku wê sibê li Amedê bê lidarxistin kirin û ev peyam dan: "Em ê bên û Qada Îstasyonê bikin qada aştiyê." 

Ji bo "Mitînga Azadiyê" ku wê di 13'ê Cotmehê de Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin" bê lidarxistin, ji bo ji Rihayê bi hezaran kes beşdar bibin xebat didomin. Li Riha û navçeyên wê rêxistinên girseyî yên demokratîk civîn li dar xistin û xebatên belavkirina broşuran hatin kirin. 
 
Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, diyar kirin ku wê bi hezaran kes ji Rihayê bi rê bikevin û bang li her kesî kirin ku tev li mitîngê bibin û dengê xwe bilind bikin.
 
‘EM ŞER NAXWAZIN'
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çayê diyar kir ku divê reng û deng çi dibe bila bibe hemû dayiksibê li Qada Îstasyonê bin û got: “Ji bo aştiyê divê hemû dayik berê xwe bidin qada mitîngê. Em dayikên aştiyê ne û şer naxwazin. Bila êdî xwîn nerije. Bila ev şer biqede û êdî dayik negirîn. Mitînga me ji bo aştiyê ye. Em ê wê qadê bikin qada aştiyê. Birêz Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina her kesî. Îro ne tenê li Îmraliyê tecrîd heye, li her derê tecrîd heye. Em dixwazin ev ji holê rabe. Rêya aştiyê bi dawîkirina tecrîdê pêkan e. Em hemû dayikan vedixwînin mitînga Amedê."
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Bekîr Karakeçîlî diyar kir ku ew ê bi hezaran kes biçin Amedê û got ku mitînga ji bo bidawîkirina krîzên li Tirkiyeyê tê lidarxistin girîng e. Karakeçîlî got: “Em ê bi xurtî beşdar bibin. Em derî bi derî xebitîn û em ê bi tevlîbûneke herî xurt li Amedê bin. Dîlgirtina birêz Ocalan bû destpêka aloziya li Rojhilata Navîn. Ji bo ev alozî bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin. Em ê vê yekê li Amedê bînin zimên. Em ê li Amedê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan biqîrin. Eger çareserî pêk bê, muxatabê wê jî birêz Ocalan e."
 
‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Rihayê Mahmut Manas jî diyar kir ku navnîşana çareseriyê Îmraliyê ye û got: “Rêberê gel di nava tecrîdê de ye. Dema ku rewş bi vî rengî be, ne pêkan e ku mirov azad bibe. Mîtînga ku sibê bê lidarxistin referandûm e. Bêyî azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd ne pêkan e. Ger pêvajoya çareseriyê bê gengeşekirin, muxatab Îmralî ye. Çareserî ne di korîdorên parlementoyê an jî qehwexanan de, bi muxataban re ye. Muxatab birêz Ocalan e û li Îmraliyê ye. Her kesê ku ji bo vê çareseriyê dixwaze bila sibê li Amedê be."
 
‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE'
 
Berdevkê Serdema Înîsiyatîfa 78’an a Rihayê Mehmet Alî Artuk got: “Ez ê beşdarî mitînga azadiyê bibim. Divê her kes beşdarî mitînga azadiyê bibe. Mitîng ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tê lidarxistin. Em ê peyama aştiyê bidin hemû cîhanê. Niha pêwîst e kurd piştgiriyê bidin birêz Ocalan."
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên li Welatên Qedîm ên Xizmên xwe Wenda kirine (KATDER) Ramazan Demîr jî got: “Bi salan e tu xeber ji birêz Ocalan nayê. Kampanya ev salek e didome. Kampanya roj bi roj mezin bû. Wê sibê bi mîtîngê bikeve qonaxeke nû. Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê ye, li ser jin, ciwan, zarok û sewalan jî tecrîd heye. Azadiya birêz Ocalan azadiya her kesê azadîxwaz e. Em ê sibê dengê xwe bigihînin cîhanê."
 
BANGAWAZÎ
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan jî anî ziman ku ew ê sibê li qada Îstasyonê felsefeya "Jin, jiyan, azadî" biqîrin û got: "Pêdiviya hemû civakê, bi taybetî ya jin û ciwanan bi aştiyeke mayînde û bi rûmet heye. Tecrîda herî hovane li ser jin û ciwanan tê meşandin. Ya ku wê tecrîdê bişkîne helwesta ciwan û jinan e. Ji ber vê sedemê em li bendê ne ku sibê hemû jin û ciwan werin Amedê."
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

28/10/2024
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?