Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e

  • rojane
  • 09:32 18 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand û got: “Tenê kurd têkildarî pêşeroja herêmê pêşniyara çareseriyê dikin. Çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn, konfederalîzm e.” 
 
Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin pêvajoya piştî êrişa Hamasê ya 7’ê cotmehê û bandora wê ya li ser herêmê, Tirkiye û Kurdistanê nirxand. Aydin, diyar kir ku êrişa Hamasê ya 7’ê cotmehê bandoreke neyînî li ser doza Filistînê û hêzên berxwedanê yên li Rojhilata Navîn kiriye. Bi domdarî Aydin got ku Îsraîlê bi rêya teknolojiya leşkerî û piştgiriya hêzên emperyal serweriya xwe ya li herêmê zêde kiriye. Aydin, got: “Em ketin pêvajoya hilweşandina rejîma Îranê.” 
 
Bi domdarî Aydin anî ziman ku Îsraîl li Xezeyê hema hema gihiştiye hemû hedefên xwe û wiha got: “Îsraîl ji rewşa pevçûnî sûdê digire û hewl dide hevrikên xwe qels bike. Dema mirov li êrişên dijî Lubnanê, Hîzbullahê dinêre, dibîne ku hedefa stratejîk têkbirina mewziyên Îranê ye. Dema vê dike jî ji erdnîgariya sunî ya ereb re dibêje; ‘Erê ez li filistîniyên sunî dixim lê armanca min a esasî Îran a şiî ye. Dixwazim bi suniyan re tifaqê çêkim.’ Anku ji hêla rejîma siyonîst ve gaveke aqilane tê avêtin.” 
 
Erdogan Aydin
 
TIFAQA SUNÎ Û SIYONÎST
 
Aydin, bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û diyar kir ku li gel ku piştgiriyê dide Filistînê jî ji bo êrişên li dijî Hîzbullah û Hasan Nasrallah dengê xwe pir kêm derxistiye. Aydin, wiha pê de çû: “Îktîdar weke Tirkiye Filistînê biparêze nîşan dide lê amade ye ku tev li plana lîstikê ya Îsraîlê bibe. Ev plana lîstikê çi ye? Dixwazin di nava 10 salên pêş de Îran û şirîkên wê, xeta berxwedanê pir qels bikin. Îktîdar xwe amade dibîne ku tev li Tifaqa Sunî û Siyonîst, di tifaqa DYA’yê de cih bigire. Dê Îsraîl êrişî hemû welatên berxwedanê, rêxistinan bike. Li gel vê, dê bi Tirkiye û hêzên îslama siyasî re tifaqan çêbike. Heke polîtîkaya şer a li Rojhilata Navîn bidome, dê Siyonîzm û emperyalîzm hêj xurtir bibe. Dê rejîmên sunî yên îslama siyasî bên xurtkirin û rejîmê şiî bên qelskirin. Wisa bifikire ku Hîzbullah, Filistîn, rejîma Îranê têk çûn. Ev yek dê tu caran bi xwe re Rojhilata Navîn a demokratîk neyîe. Dê xwişk-biratiya gelan neyîne. Lewma divê mirov xwedî seknekî zelal be.” 
 
AVANTAJÊN JI BO KURDAN
 
Di berdewamê de Aydin bi lêv kir ku pêvajoya li Rojhilata Navîn dibe ku bi xwe re ji bo kurdan firsendan ava bike û ev tişt anî ziman: “Em lê binêrin bê ka ev hêzên niha bi Îsraîlê re şer dikin çawa li kurdan dinêrin. Li her çar parçeyan jî rastî înkar, tunekirin û sirgunê tên. Anku ev hêzên Îsraîl êrişî wan dike, di esasê xwe de ew hêzên ku dixwazin kurdan tune bikin. Lewma îxtîmal heye ku di demên pêş de kurd xwe nêzî Îsraîlê bikin. Lê divê aliyê din jî bibêjin. Heke kurd xwe nêzî Îsraîlê bikin û têkiliyên xwe yên bi DYA’yê re bidomînin, dê rejîmên herêmê jî kurdan bêçare bihêlin. Lewma heke bi rastî jî li ser xeta dij-emperyalîzm û û dij-siyonîzmê bin, wê demê divê pirsgirêka kurd jidil çareser bikin. Ji ber ku tu heqê rejîmên tirk, ecem û ereban ên kurdan qetil dikin nîne li ser kurdan biaxivin. Divê pirsgirêka kurdan a li welatên xwe çareser bikin.” 
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ PÊVAJOYA NÛ
 
Aydin, daxuyand ku piştî mudaxileya li herêmê AKP û MHP’ê dest bi nîqaşa “aştiyê” kirin û ev rewş wiha nirxand: “Hewl didin ji vir hêviyekê biafirînin. Divê mirov nekeve pey hêviyên wiha. Tu nîşaneyên ji bo hêviyê tune ne. Dewlet Bahçelî çima diçe silavê dide? Ji ber ku li Rojhilata Navîn tengijîne, ji hêla aborî ve tengijîne û dixwaze xwe weke kesekê bi derdên Tirkiyeyê re mijûl dibe nîşan bide. Lê tenê lîstikeke. Gotinên serokkomar û berdevkên AKP’ê wiha ne. Dema gav hatin avêtin, daxuyanî nehatin astengkirin, girtiyên nexweş hatin berdan, girtiyên dîlgirtî hatin berdan û biryarên DMME’yê pêk anîn, mirov dikare wê demê bifikire. Di mijara pêvajoyeke nû de divê mirov baldar be. Nizanim dê çi bibe lê divê mirov baldar be. Di rojên pêş de dibe ku her tişt biqewime. Di demên wiha de jî her kes mecbûr e stratejiyan pêş bixe.” 
 
Aydin, bi lêv kir ku divê AKP, MHP û CHP di mijara pirsgirêka kurd de zelal be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel wan, divê sosyalîstên Tirkiyeyê jî di vê mijarê de zelal bin; heke daxwaza çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn hebe nabe ku tenê qala Filistînê bê kirin. Em mecbûr in pirsgirêka kurd çareser bikin. Em mecbûr in wekheviya kurd û tirkan biparêzin. Em mecbûr in li Rojava mafên wekheviyê yên kurdan biparêzin. Lê muxalefet li pey gotina ‘gelo dê DEM Partî û MHP li hev bikin?’ ketiye. Ma ev mijar ewqas teng tê nirxandin. Tenê li pey dengan e. Ev yek bêwijdanî ye.” 
 
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN KONFEDERALÎZM E’ 
 
Aydin, anî ziman ku çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî min li herêmê ji hêla stratejî, teorî û perspektîfa polîtîk ve ji bo pêşerojê xwedî pêşniyara çareseriyê ne. Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, konfederalîzm e. Tevgera kurd bi dehan sala ye vê dibêje. Dema pirsgirêkên gelan hatin çareserkirin, em ê ji hêla aborî û civakî ve destkeftiyên pir mezin bi dest bixin. Em çi bikin? Di welatê hevpar de komareke demokratîk ava bikin. Heke em derbasî perspektîfeke wiha bibin, heke em derbasî çareseriyeke konfederal a mîna li Yekitiya Ewropayê bibin, heke em bikarin komareke demokratîk ava bikin, tenê kurd rehet nabin. Dê tirk, ereb, ecem û hemû gelên din ên bindest jî pir rehet bibin. Anku ev derfet, stratejî û perspektîfeke mezin e. Di vir de teqez çareserî heye. Ji ber ku ev perspektîf pirsgirêka Filistînê çareser dike, Îsraîl dê teslîmî siyonîzmê nebe û îktîdarê dide demokratên Îsraîlê. Lê mixabin serdestên herêmê niha naxwazin ev çareserî were nîqaşkirin. Nahêlin bibe rojev jî. Naxwazin li ser medyayê were nîqaşkirin. Em hêvî bikin ku silavdayina MHP’ê rê li ber defeteke wiha veke. Lê divê mirov xeyalperest jî nebe.” 

Sernavên din

12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
16:07 Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn
15:44 Doza Dînk ji bo parastina Yilmazer cara dawî hate taloqkirin
15:37 Karkerên Fernasê di nava barîkatan de çalakiya xwe didomînin
15:04 Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
15:03 Bavê Rojîn Kabaîşê: Ne întîhar e cînayet e
15:01 Hevdîtina Erdogan û Barzanî dest pê kir
14:54 Dr. Yavîç ê ku daxilî otopsiya Kabaîş bû: Divê pêvajo bi zelalî were birêvebirin
14:37 TFF: Stadyûma Amedsporê ji bo lîstikê û tenduristiya lîstikvanan guncav nîne
14:03 Mûstafa Karasu: Silavdayîna Bahçelî jî parçeyeke siyaseta şerê taybet e
14:03 Dermanên girtiyê nexweş nedanê
14:02 Endamê RTUK’ê Îpekyuz: Betalkirina lîsansa Açik Radyoyê neheqî ye
13:22 Nobeta Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de ye
13:19 Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir
13:02 Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê
12:56 Ji Wezîrê Karên Navxweyî daxuyaniya erdhejê
12:53 BES-AR: Sînorê birçîtiyê di mehekê de ji sedî 3,99 zêde bû
12:41 Rêxistinên çapemeniyê: Dest ji hedefnîşandana rojnamevanan berdin
12:39 Daxuyaniya piştî erdhejê: Erdhejoka erdhejên 2023'yan e
12:03 Karkerên Fernasê hatin berdan
11:38 Êrişî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê kirin
11:29 Kosen ê parsûyên wî hatin şikandin: Ez berxwedana dayikan silav dikim
11:03 Li Meletiyê bi pileya 5.9 erdhej çêbû: Gelek bajar hejiyan
10:57 Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin
10:50 Dayikên Aştiyê: Dê têkoşîna me bidome
10:39 Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Dadgeha Îstînafê îtîraza doza êrişa ewilî ya li dijî malbata Dedeogûllari red kir
09:59 Karker dê di 20’ê cotmehê de li Kartalê bin: Çareserî di têkoşîna yekbûyî de ye
09:34 Ji Yenî Yaşamê berteka li dijî sansurê
09:34 Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin
09:33 Dîwarên betonî û kûleyên leşkerî bi navê jiyanê tiştek nehiştine
09:01 ‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN
08:47 Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
08:40 Nobeta Dayikên Aştiyê didome: Leşkeran betaniye avêtin çopê
08:18 Rapora pêş otopsiya Rojînê nedan Baroya Wanê
08:02 3 jê rojnamevan 22 kes di binçavan de ne: Parsûyên Hevserokê DEM’ê şikandin
15/10/2024
18:22 Cenazeya Rojîn Kabaîşê anîn ATK’ê
16:33 Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike
16:18 Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin
16:17 Li Şemrexê ‘Pêşbaziya Dimsê’ hat lidarxistin
16:14 Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin
16:12 Xebatkarê paqijiyê ku zarok tacîz kiribû hate girtin
16:03 Koma faşîst êrişî xwendekarên jin kirin
15:48 Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin