Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e

  • jin
  • 09:12 20 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL- Jinan anî ziman ku di demeke wiha de ku kuştina jinan zêde bûye xwe ewle hîs nakin û bal kişandin ser xweparastinê û ev peyam dan: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin." 

Tundiya li jinan û kuştina wan roj bi roj zêde dibin. Li gorî rapora Jinnewsê ku belav kiriye, di meha Îlonê de 30 jin hatine qetilkirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4’ê Cotmehê de li Stenbolê jinên ciwan ên bi navê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl ji aliyê mêrê bi navê Semîh Çelîk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Piştî ku cenazeyê Narîn Guran hat windakirina bi 19 roj şûnde li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat dîtin, cenazeyê Rojîn Kabaîşê piştî windabûnê bi 18 rojan li Wanê hat dîtin.
 
Li Stenbolê ku herî zêde komkujî lê tên kirin jinan bertekên nîşanî tundiya li jinan û kuştina wan dan.
 
 
‘XWE BIEWLE HÎS NAKIM'
 
Aşpêj Îlknur Çinarê diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim kuştina jinan hebûye û di van şert û mercên heyî de jî wê bidome û got: “Ez xwe ewle hîs nakim. Ez bawer nakim ku em bi tu awayî tên parastin. Ne hewce ye ku ez bi lez û bez li kolanê bimeşim û bitirsim. Li ser jinan neheqiyeke mezin tê kirin, em dixwazin pêşî li ber vê bê girtin." 
 
POLÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Mamosteyê teqawît Kamûran Ozturk anî ziman ku li welat jin, zarok û sewal ne ewle ne û diyar kir ku ev rewş ji ber polîtîkayên bêcezakirinê rû dide. 
 
Îlknur Kotanê bilêv kir ku divê li dijî tundiya li ser jinê çareserî bê pêşxistin û sererastkirineke qanûnî bê çêkirin û got: “Bi rastî em nikarin di rê de bimeşin. Wisa dixuye ku em êdî nikarin ji malê jî derkevin. Ez difikirim ku divê niha tiştek were kirin. Her roj em bi nûçeyên kuştina jinan û tundiya li ser jinan şiyar dibin. Bêyî jinan tu tişt nabe. Ez ji tundiya li ser jin, sewal û zarokan re dibêjim na."
 
Lêkolîner Derya Kocayê diyar kir ku li Tirkiyeyê tu kes xwe ewle hîs nake û got ku em di serdemeke wiha de ne ku têkiliyên dewletê û sûcdaran bi hev re hene. Kocayê diyar kir ku ev sûc ne ferdî ne û got: “Ev sûc bi temamî organîzeyî ne, ji aliyê dewletê ve tên destekkirin û ji aliyê darazê ve tên teşwîqkirin. Ji ber vê yekê ez nafikirim ku tenê cezakirina sûcdaran bibe çareya vê pirsgirêkê. Li vir pirsgirêkeke sîstematîk heye. Jin, ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan di vê heyamê de xwedî hêrseke mezin in. Em neçarin pêşerojeke nû ava bikin û vê rejîmê biguherînin."
 
‘EM PEYMANA STENBOLÊ DIXWAZIN'
 
Nilgûn Uyanikê jî da zanîn ku qanûna kuştina heywanan cesaretê li kiryaran bar kiriye û wiha got: “Em Peymana Stenbolê dixwazin. Ên biguheriînin wê jin bin."
 
Goksu Gokoglûyê bi bîr xist ku di nava hefteyekê de 11 jin hatine qetilkirin ü anî ziman ku tundiya li ser jinê yek ji pirsgirêka herî girîng a li welêt e. Gokoglûyê anî ziman ku ev rewş pirsgirêkeke gerdûnî ye û Tirkiye di tundiya li ser jinê de di rêza yekemîn de ye.  GOkoglûyê bal kişand ser xweparastinê û got: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin." 
 
MA / Yeşîm Tukel - Melîk Çelîk

Sernavên din

15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin