Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê

  • rojane
  • 09:41 20 Cotmeh 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Dayikên bi mebesta rawestandina şer û bi daxwaza aştiyê li bajarokê Tilqebînê çalakî li dar xistin diyar kirin ku ew ê ji bo aştiyê heta dawiyê têbikoşin û wiha gotin: “Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê.” 

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di 15’ê cotmehê de li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Li dijî şer em aşitiyê dixwazin” ji bo sê rojan çalakî dan destpêkirin. Dayikên aştiyê yên ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê jî tev li çalakiya bûn û xwestin li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Tilqebînê daxuyaniyê bidin. Dema dayikan dixwest daxuyaniyê bidin, rastî êrişa polîs û cendirmeyan hatin. Di êrişê de dayikên aştiyê, rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Lê tevî binçavkirinan jî dayikan dev jî çalakiya xwe bernedan û piştî 3 rojan bi daxuyaniyeke çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê ku tevî binçavkirin û êrişan dev ji çalakiya xwe bernedan, bi lêv kirin ku ji bo aştiyê çi ji destê wan bê dê bikin û bang li hemû kesî kirin ku deng bidin dengê aştiyê. 
 
'DEV JI DAXWAZA AŞTIYÊ BERNADIN'
 
Yek ji Dayikên Aştiyê Dexîle Atmiş ku di çalakiya de hatibû derbkirin û binçavkirin, diyar kir ku ji bo şer bi dawî bibe xwestine konê aştiyê vegirin û li hemberî vê yekê rastî êrîşeke dijwar hatine. Atmiş, da zanîn ku di dema êrişê de ew li erdê hatiye kaşkirin û bi vî awayî hatiye binçavkirin. Atmiş, wiha domand: “Dema ku me xwest daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, rastî êrişa gelekî tund hatin. Gaza îsotê bi kar anîn. Her der dûman bû. Ez û hevjînê xwe hatin binçavkirin. Heqerat li me kirin. Lê belê tevî vê binçavkirinê jî dayikan dev ji çalakiya xwe bernedan. Ji niha û pê ve jî ji bo aştiyê çi ji destê me were em ê bikin û dev ji daxwaza aştiyê bernadin. Bila gelê me jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike.”
 
'HETA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VÊNEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ'
 
Ji Dayikên Aştiyê Melîha Atak jî bi lêv kir ku li gel hemû binçavkirinan jî dest ji çalakiya xwe ya 3 rojan bernedan û ev tişt anî ziman: “Li Rojava, Başûr û vir şer heye. Ji ber vê yekê me xwest li bajarokeke wek Tilqebînê ku li her du aliyên wê sînorên hene, em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Daxwaza me aştî bû. Di çalakiyê de gelek dayik hatin binçavkirin. Lê belê me çalakiya xwe berdewam kir. Daxwaza me ew e ku şerê li Xezeyê û her derê cîhanê bi dawî bibe. Ji bo şerê li ser vê axê bi dawî bibe jî pêwîste tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Her wiha em dibêjin heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, aştî pêk nayê."
 
'LI DIJÎ ŞER DESTÊ HEV BIGRIN'
 
Têkildarî mijarê yek ji Dayikên Aştiyê Kumru Babat ku 3 rojan li bajarokê Tilqebînê nobet girt jî destnîşan kir ku wan bi beşdariya bi sedan dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê hatinê û banga aştiyê kirinê û wiha got: “Lê daxwaza me ya aştiyê rastî êrişeke tund hat. Lê nekarîn bi dayikan gavê paşve bidin avêtin. Em dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Daxwaza me ew e ku em hemû bi hev re di nava wekheviyê de bijîn. Em dixwazin şer û zilm bi dawî bibe. Em dixwazin ku her kesê ku dibêje em mirov in dengê aştiyê bilind bikin. Pêwîste her kes li dijî şer derkeve. Bes bila dayik negrin bila ev şer bi dawî bibe. Li dijî şer bila hemû dayik destê hev bigrin û şer re bêjin edî bes e."
 
'JI LAÇIKA ME YA SPÎ TIRSIYAN'
 
Ji Dayikên Aştiyê Medîha Akay jî anî ziman ku ew naxwazin xwîn birijê û daxwaza wan ew ê ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk were. Akay, ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê me xwest li bajarokê Tilqebînê konê aştiyê vegirin. Tevî binçavkirin û êrişan me çalakiya xwe ya 3 rojan dewam kir. Bi muameleya gelekî xerab re rû bi rû hatin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Leşkeran li ber daşirê nobed digirtin û nedihiştin dayik biçin. Anku ew ne bi mirovane û exlaqî bû. Tu çek di destê me de tunebûn me daxwaza aştiyê dikir. Ji laçika me ya spî tirsiyan. Daxwaza me ew ê ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Em dibêjin êdî bes e. Bila tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin