ENQERE - Li ber tesîsên Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk a li navçeya Kazanê dengê teqînê û guleyan bilind bû.
Li ber deriyê ketinê yê tesîsên Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk a li navçeya Kazanê ya Enqereyê teqînek pêk hat. Pişt re li herêmê dengê guleyan bilind bû. Hate îdiakirin ku teqîn ji ber bombeyê zindî pêk hatiye.
Tîmên taybet û agirkujiyê sewqî herêmê hate kirin.
YERLÎKAYA DAXUYANÎ DAN
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê li ser hesaba xwe daxuyanî da. Yerlîkaya, diyar kir ku di êrişa weke “erişa terorîstî” penase dike de kuştî û birîndar hene.