ÊLIH - Polîsan li Êlihê di roja pêncemîn a protestokirina qeyûman de êrişî girseyê kir. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan didin û xwe diparêzin.
Li Êlihê çalakiyên protestokirina qeyûman di roja pêncemîn de berdewam dike. Polîsan bi ava şid û guleyên plastîk êrişî girseyê kir. Ciwanan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan û bi keviran parastina xwe kirin. Çalakî ango berxwedana ciwanan li cadeya Komando û Gulistanê belav bû.
Êriş û berxwedana ciwanan li bajêr berdewam dike.