Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar

  • rojane
  • 10:21 11 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevk û rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla asayîşa PDK’ê ve bi darê zorê ji Hewlêrê hatibûn derxistin. 107 rojnameger, nivîskar û rewşenbîran li dijî vê rewşê daxuyaniyeke hevpar dan. 

Asayîşa PDK’ê di 8’ê mijdarê de berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. Berdevkên HDP û DEM Partiyê Hîkmet Hatîp û Sitkî Yalvaç û rêveberên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Aydin Yalvaç û Nasir Yagiz ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê yên Hewlêrê ve ji bo asayîşê hatin bangkirin. Asayîşê ew bi darê zorê li wesayîtan siwarkirine û ji sînorên Hewlêrê derxistin.
 
Li dijî dersînorkirina 4 endamên Nûnertiya HDP’ê ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve, 107 rojnamevan, nivîskar, çalakvan, rewşenbîr û siyasetmedaran daxuyaniyeke hevpar weşandin û li ser medyaya dijîtal dest bi kampanyayekê kirin.
 
DAXUYANIYA HEVPAR
 
Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Kurdistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin. Daxuyanî wiha ye: “Roja 4’ê Mijdara 2024’ê ku hevdemê tayînkirina qeyûman li ser Şaredariya Mezin ya Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê, asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê 4 endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê vedixwînin Rêveberiya Nivîsgeha Asayîşa Hewlêrê.
 
Piştî ku îfadeyên wan li asayîşê hatin wergirtin, wêneyên wan digirin. Piştre du ji endamên Nûnertiya HDP’ê li taksiyekê siwar dikin û di bin çavdêriya hêzek ya ewlekariyê ve ber bi Simaqûliyê ve û her du endamên din jî bi heman awayî dibin Dêgele û bi vî awayî wan ji Hewlêrê derdixin. Wan bi hişyar dikin ku ‘êdî hûn nikarin vegerin Hewlêrê’. Lê tişta balkêş ewe ku HDP partiyeke ku li Tirkiyeyê fermî ye, ofîsên wê hene, xebat, têkoşîn û çalakiyên xwe dike. Ofîsa wê ya li Herêma Kurdistanê (Hewlêr) jî yasayî ye û destûra wê heye. Endamên wê jî weke penaberên siyasî di bin çavdêriya NY’ê de ne, tu sûc û şaşitiyek wan tune ye.
 
Ev reftar an jî kiryara asayîşa PDK’ê cîbicîkirina polîtîkayên dewleta tirk e. Ji aliyek din ve jî ji hev qutkirina bajarên Herêma Kurdistanê ye û bi taybet jî bajarê Silêmaniyê ji dewleta tirk re hedef nîşan dayîne ku dibêje ‘navenda çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.’ Ji ber ku di medyaya tirk de ev bûyere bi awayê ‘kesên ji Hewlêrê hatine derxistin têkiliya wan bi PKK’ê re hebû ji ber wê yekê ji Hewlêrê hatin derxistin û ofîsa wan hate girtin. Lê belê ev kesane hemû kesên sivîl, bi salane xebat û têkoşîna mirovî, siyasî û sivîl dikin.
 
ÇIMA HERÊMA KURDISTANÊ JI TÊKOŞÎNA SIVÎL RE QEDEXE YE?
 
Ev reftara PDK’ê di demeke wisa de pêk hat ku, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî beriya çend rojan qala yek Herêm û yek hikûmetê dikir. Lê ev reftare berovajiyê daxuyaniya Mesûd Barzanî ye û îspatkirina du îdareyî û bihêzkirina sînorê Dêgele (sînorê dikeve di navbera herêma di bin serweriya PDK û YNK) ye. Ji bilî vê yekê jî, çima Herêma Kurdistanê bibe dergoşa saziyên fermî yên sîxuriya dewletên cîran, baregeh û nuqteyên wan yên veşartî û eşkere; çima ji têkoşîna sivîl û demokratîk ya parçeyên din yên Kurdistanê re qedexe be ku li gor Yasaya Saziyên Fermî ya Herêma Kurdistanê mafên wan heye, qedexe be?
 
EM Ê LI DIJÎ KIRYARAN BI TUNDÎ RAWESTÎN
 
Li ku dera Herêma Kurdistanê dibe bila bibe, em ê li dijî van kiryar, reftaran û yên weke van bi tundî rawestîn. Her wiha em bang li NY û rêkxistinên mafên mirovan dikin ku erkê xwe bînin cih, zextê li desthilatdarên Herêma Kurdistan bikin ku destûrê bidin çalakiyên demokratîk û sivîl yên azadîxwazên Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku li Hewlêr û Silêmaniyê li dar bixin, her wisa jiyan, tenduristiya wan parastî be, li dijî wan komplo neyên kirin û planên qirêj li dijî wan neyên çêkirin.”
 
NAVÊN KESÊN ÎMZE KIRIN
 
Navên kesên daxuyanî îmze kirin wiha ne: “Ebas Qadir Ebdullah - Hiqûqnas (Koye), Barzan Şelal - Mamoste (Koye), Fereydûn Mamend Nesredîn - Mamoste (Koye),  Fermand Mihemed Mirad - Şanoger (Koye), Birwa Resûl Ehmed - Mamostayê Zanîngehê (Koye), Berhem Letîf - Rojnamevan (Koye), Nêçîr Letîf - Rojnamevan, Şadyar Şoriş - Rojnamevan, Zana Mistefa - Rojnamevan, Birwa Ebdulrehman - Rojnamevan, Daro Amanc Hemereş - Rojnamevan, Behre Omer - Rojnamevan, Ramyar Ebûbekir - Rojnamevan, Mîran Ebdullah - Rojnamevan, Fûad Zîndanî - Çalakvan, Şoriş Xidir Tofîq - Çalakvan, Dr. Hekîm Ebdulkerîm Ebdulrehîm - Çalakvan, Xalid Qadir Mihemed - Çalakvan, Nezîr Mikaîl - Çalakvan, Perwa Elî Heme - Parlamenterê berê, Nizar Mihemed - Çalakvan, Sazgar Ebdullah - Çalakvan, Letîf Fatîh Ferec - Nivîskar, Kinêr Ebdullah - Nivîskar, Ziryan Mihemed Seîd - Çalakvan, Letîf Qasim Husên - Çalakvan, Serwer Qeredaxî - Parêzvanê Jîngehê, Qasim Merzanî - Çalakvan, Şukrûllah Hemed Emîn - Çalakvan, Şalaw Mehmûd Salih - Çalakvan, Çiro Şiwanî - Parêzer, Husên Marif - Çalakvanê Tenduristiyê, Şar Heme Emîn - Çalakvan, Bekir Şêx Selam - Mafperwer, Newzad Salih - Rojnamevan, Bextiyar Mistefa - Rojnamevan, Simko Sabîr - Nivîskar, Siware Mehmûd Husên - Rojnamevan, Newroz Fazil Mihemed - Çalakvana Siyasî, Ronah Mecîd Fetah - Çalakvan, Herêm Mihemed Semed - Çalakvan, Rewşen Qasim - Rojnamevan, Rêbîn Şemamî - Parêzer, Kawe Mûrşîd - Çalakvan, pêşmergeyê dêrîn, Aram Hadî - Rojnamevan, Şar Heme Emîn - Çalakvan, Bekir Şêx Selam - Maf Perwer, Newzad Salih - Rojnamevan, Bextiyar Mistefa - Rojnamevan (Silêmaniye), Namo Mecîd - Çalakvan û nivîskar, Ebdulrehman Faris (Ebû Karwan) - Parlamenterê berê, Dr. Razaw Mihemed Ferec - Parlamenterê berê, Geşe Dara Hefîd - Parlamenterê berê, Karzan Fazil - Çalakvan, Hîwa Seîd Selîm - Nivîskar, Deştî Berzewarî - Çalakvan, Ferman Reşîd - Rojnamevan, Rêbaz Farûq - Çalakvanê civaka sivîl, Herêm Ebas Yasîn - Çalakvan, Kawe Nadir Qadir - Nivîskar, Idrîs Sedîq Hemed Emîn - Çalakvan, Elî Mehmûd - Çalakvan, Ebas Nadir - Çalakvan, Fatîh Mistefa - Çalakvan, Bayzîd Kerîm - Çalakvan, Zîto Îsmaîl - Çalakvan, Resûl Elî - Çalakvan, Kawe Mehmûd - Nivîskar, parlamenterê berê, Mehmûd Reza - Nivîskar, Parlamenterê berê, Niyaz Ezîz - Lêkolîner, nivîskar, Peyman Îzedîn - Parêzer, Ebûbekir Umer Ebdullah - Parlamenterê berê, Azad Çalak - Rojnamevan, Parlamenterê berê, Omêd Mihemed Salih - Çalakvan, rojnamevan, pisporê dadweriyê, Refîq Xefûr - Mamostayê Zanîngehê, Aram Cemal - Çalakvanê civaka sivîl, Selah Reşîd - Nivîskar, Karwan Ferec - Nivîskar, San Saravan - Medyakar, Yasîn Omer Îbrahîm - Rojnamevan, Asos Ehmed Herî - Rojnamevan, Elî Kerîmî - Nivîskar, Zahîr Ebereş - Nivîskar, Şanoger, Îbrahîm Mecîd Ferec - Mamostayê Zanîngehê, Dr. Şêrko Heme Emîn - Mamostayê Zanîngehê, Dr. Sehil - Endamê Dezgeha Stander, Haşim Mistefa - Çalakvan, Hêmin Sêkanî - Çalakvanê siyasî, Hengaw Haşim - Nivîskar, Parlamenterê berê, Dr. Mihemed Yanî - Nivîskar, Parlamenterê berê, Dr. Mihemed Gerdî - Çalakvanê siyasî, Perwîn Ezîz - Çalakvan, Ara Şukir Letîf - Çalakvan, Elî Zengene - Çalakvanê siyasî, Îhsan Mela Fûad - Rojnamevan, Perwîn Şukir Letîf - Çalakvan, Tarîq Fatîh - Sernivîskarê Rojnameya Hawlatî, Sefwet Reşîd - Parêzer, Kameran Xidir - Rojnamevan, Ehmed Xalid - Çalakvan, Şiwan Mihemed - Rojnamevan, Baran Germiyanî – Rojnamevan, Ebdulkerîm Elî Necim - Nivîskar.” 
 

Sernavên din

15/11/2024
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin