ÊLIH - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku bi ser tayînkirina qeyûm re 11 roj derbas bûne lê hêj jî biryara têkildarî dûrxistina hevşaredaran a ji peywirê nehatiye teblîxkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Êlihê têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê Resûl Çetîn û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik tev li daxuyaniyê bûn. Tekîk, di daxuyaniyê de got ku îradeya gelê Êlihê hatiye xespkirin û xwest şaredarî dîsa teslîmî gel were kirin.
'DÊ QEYÛM LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ PAŞVEGAV BIAVÊJE’
Hevşaredar Gulistan Sonuk bal kişand ser texrîbatên qeyûm û da zanîn ku zêdetirî 3 milyar TL deyn ji wan re hiştiye. Sonuk, bi domdarî nelirêtî, dizî û talana qeyûm vegot. Sonuk, got ku gelek pirsgirêkên bajar hene û sedema vê jî qeyûm in. Sonuk, diyar kir ku dê qeyûm neçar bimînin ku li hemberî têkoşîn û berxwedana gel paşvegavê biavêjin û ji avahiya dagir kiriye derkeve.
'JI BO TALAN Û DIZIYÊ QEYÛM TAYÎN DIKIN’
Tîryakî jî daxuyand ku bi ser tayînkirina qeyûm re 11 roj derbas bûne lê hêj jî biryara dûrxistina ji peywirê ya derheqê hevşaredaran de nehatiye teblîxkirin. Tîryakî, got ku destûr nayê dayin cîgirên hevşaredaran, midûr û endamên meclisê bikevin şaredariyê û tenê destûra leşker û polîsan tê dayin. Tîryakî ev yek weke “dagirkerî” nirxandin û wiha pê de çû: “Qeyûm qala aramiyê dike. Heke bixwaze Êlihê bibîne bila li tundiya polîsan binêre. Îşkenceya bi kûçikan tenê mînakekî vê ye. Ji bo talan û diziyê qeyûman tayîn dikin. Dixwazin pêşkeşî alîgirên xwe bikin.”
DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDÎ
Tîryakî, got ku yek ji sedemên tayînkirina qeyûman jî dijminatiya li hemberî kurdî ye û wiha pê de çû: “Qeyûm hêj di roja ewil de kurdî rakir. Em qala waliyekî tehemûla du peyvên kurdî nake dikin. Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê derdikeve, mafdar e û dê têkoşîna xwe bidomîne.”
BANGA JI BO MITÎNGÊ
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî da zanîn ku dê di 17’ê mijdarê roja yekşemê saet di 13.00’ê de li Êlihê mitîngê li dar bixin û banga tevlibûnê li her kesî kir.