NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya partiyên siyasî û saziyên demokratîk, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanya hate destpêkirin.
Li ser banga gelek sazî, rêxistin û tevgeran ku ji nûnerên sendîkayan, tevgerên femînîst û partiyên siyasî; di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li parzemîna Amerîkaya Latîn kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Kampanya li navenda CTA-Autonoma ya li bajarê Bûenos Aîres ê Arjantînê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Parlamenter, nûnerên tevgerên jinan û tevgerên civakî û sendîkayan di konferansê de amade bûn. Daxwaza hevpar a hemû beşdaran ew bû ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Navên saziyên beşdarî konferansê bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin wiha ne: “PTP-PCR (Partido del Trabajo y del Pueblo y Partido Comunista Revolucionario) - Partiya Ked û Gel, Partiya Komunist a Şoreşger, MST (Movimiento Socialista de los Trabajadores) - Tevgera Karkerên Sosyalîst, PTS (Partido de los Trabajadores Sosyalistas) - Partiya Karkerên Sosyalîst, Partido Obrero - Partiya Karkeran, Izquierda Sosyalista - Sosyalîstên Çepgir, Gremial de Abogados - Sendîkaya Hiqûqnasan, Feministas Abya Yala, APDH (Asamblea Permanente de DDHH) - Meclisa Daîmî ya Mafên Mirovan, CTA - Autonoma, Liga por los Derechos del Hombre - Lîga Mafê Mirovan, Encuentro Militante Cachito Fukman, Asociacion Americana de Juristas - Komeleya Hiqûqnasên Amerîkî, Poder Popular - Hêza Gel, Panuelos en Rebeldia.”
Leandro Albanî li ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin pêşkêşiyek kir û bal kişand ser polîtîkayên girtîgehê yên dewleta Îranê û cezayê îdamê yê li hemberî Werîşa Mûradî. Albanî, her wiha destnîşan kirin ku dewleta tirk li Rojava polîtîkaya şerê qirêj didomîne û got ku bi wêrankirina qadên sivîl ên weke nexweşxane, dibistan û depoyên xwarinê re li dijî gel polîtîkayên qirkirinê tên meşandin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Aîda axivî û behsa girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd kir. Felîpe ku bi rêya Zoom ê li ser navê ADM'ê tevlî konferansê bû, bal kişand ser şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn û girîngiya stratejîk a gel û erdnîgariya Kurd a di nava vî şerî de.
Beşdarên konferansê, dan xuyakirin kirin ku tenê axaftin wê azadiya Abdullah Ocalan misoger neke û behsa girîngiya çalakiyan hat kirin.
Di roja yekem a kampanyayê de hejmara îmzeyan li 10 welatan gihişt 82 sazî û 9 şexsiyetên navdêr.