NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xurmatoyê li dijî artêşa Iraqê êrişeke bombeyî hate kirin.
Li gor zanyariyan li bajaroka Pelkane ya ser bi navçeya Xurmato bombeyek bi wesayîta leşkerên Iraqê ve teqiya. Di encama teqînê de 2 efser û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, vê sibehê li bajaroka Pelkane ya ser bi navçeya Xurmato a girêdayî parêzgeha Selahedînê ya Herêma Federe ya Kurdistanê, bombeyek bi wesayîta leşkerên Iraqê ve teqiyaye.
Hat gotin ku di encama teqînê de 2 efser û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.