DÊRSIM - Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derheqê Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Gelek hevşaredarên li bajar û nûnerên partiyên siyasî jî tev li danişînê bûn. Konak, di danişînê de axivî û îdiayên tên kirin red kir. Parêzeran jî xwestin muwekîlê wan bê beraetkirin.
Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Konak.
CEZA DAN SARIGUL JÎ
Hevşaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul jî ji heman dosyayê dihat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.
Hat zanîn ku dê têkildarî cezayê hatiye dayin li pêşiya şaredariyê daxuyanî were dayin.