NAVENDA NÛÇEYAN - Pitikeke ji ber êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ji neçarî tevî malbata xwe ji Şehbayê koçber bû, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.
Pitikê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî ku di rêwîtiya dirêj a ji Şehbayê heta Reqayê de serma girtibû, îro di danê sibehê de li stargeha li Stadyûma Şaredariya Reqayê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Nûh Mihemed Reşo ji bajarê Bilbilê yê girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê ye û piştî êrişa komên paramîlîter ên dewleta Tirk, li gel deh hezaran kesan koçber bûn. Bi deh hezaran şêniyên kantona Efrîn- Şehba û bajarê Helebê ji ber êrişên komên paramîlîter koçberî kantonên Reqa û Tebqayê bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Heleb, Şehba û Efrînê pêşwazî dike û li navendên penaberiyê bi cih dike.