* Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglûyê diyar kir ku ew êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û endama MYK'ê ya EHP'ê Sanem Denîz Kûralê jî got ku ev êriş hemû gelan tehdîd dike.
* Hunermendan destnîşan kirin ku divê ew bi hev re li dijî tayînkirina qeyûman têbikoşin û gotin ku qeyûm xebatên çand û hunerê jî asteng dikin.
* Amediyan daxuyaniyên AKP-MHP'ê yên li ser pirsgirêka kurd bi gotinên "Li aliyekê dibêjin em ê Apo berdin, li aliyê din jî êrişî kurdan dikin" rexne kirin û gotin: "Gelo ew ê bi vî rengî bin pirsgirêka Kurd çareser bikin?"
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan gotin: "Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin."
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana DÎSK’ê. (10.00)
* 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja 6’emîn de bidome. (10.00-19.00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.30)
* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê dê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kanarya ya Stenbolê protesto bikin. (13.00)
* Li Qada Kentê ya Wanê dê têkildarî polîtîkayên neçareseriyê yên îktîdarê daxuyanî bê dayin. (13.00)