STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana Navenda Giştî ya DÎSK’ê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên muxalefetê, sendîka û rêxistinên civaka sivîl de çûn serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK). Şandeya DEM Partiyê li pêşiya navenda giştî ya li Beşîktaş a Stenbolê ji hêla Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû û rêveberên sendîkayê ve hatin pêşwazîkirin.
Hevdîtina li navenda giştî ji çapemeniyê re girtî hat kirin.