NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarê Hamayê ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hate dagirkirin. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan xwe vekişandine başûrê bajêr.
Li Sûriyeyê êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê dewam dikin. Piştî pevçûnên bi rojan ên li derdora bajarê Hamayê, komên paramîlîter ketin navenda bajarê Hamayê. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan hêzên xwe yên çekdarî vekişandine xeta başûrê bajêr. Hêzên paramîlîter jî girtîgeha navenda bajêr kirin bin kontrola xwe û girtiyan serbest berdan.