NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de daxuyanî da û got ku derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûne.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li Kantona Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji çend rojan ve êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêm û bajarên me, bi taybet di van 4 rojên dawîn de dewam dikin û zêde bûne. Bi hejmareke mezin û tevahî çekên nûjen û balafirên bêmirov ên bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker çeteyan êriş kirin. Di vê êrişê de bi dehan balafirên bêmirov cihên cuda hedef girtin. Ev êrişa fireh bi perspektîvên general û efserên Tirkan pêk tên. Ji 4 rojan ve şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyan didin û êrişên wan têk birin.
Di çarçoveya bersivdana van êrişan de, hêzên me li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî qonaxa duyemîn bûn. Em ê rêbaz û taktîkên cuda bi kar bînin û em ê dijmin matmayî bikin û poşman bikin ku êrişî herêmên me bikin.
Em Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi israr in ku bajarê xwe yê Minbicê bikin cihê hesabdayîna mezin a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Ev çete û dizên hov ên ku nikarin li hember hêzên me şer bikin, tola xwe ji sivîlan hiltînin û destdirêjiyê li jin û zarokên herêmê dikin. Em ê van çeteyan li ser sûcên kirine ceza bikin. Em soz didin ku em ê bajar û gundewarên xwe ji van çeteyên hov û dewleta Tirk a dagirker biparêzin."