ŞIRNEX - Malbatên kesên di dema qedexeya li Cizîrê de hatin qetilkirin, diyar kirin kul ew ê zilma li wan hatiye kirin tu caran ji bîr nekin û li pey doza xwe bin.
Bi ser qedexeya ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat ragihandin re 9 sal derbas bûn. Ji Qedexeya derketina derve ya Cizîrê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat ragihandin, heta 2’yê Adara 2016’an anku 79 rojan dewam kir. Di qedexeya derketina derve de 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Tevî ku 9 sal bi ser re derbas bûne jî hê jî cenazeyên 14 kesan nehatine dîtin. Di qedexeyan de bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Ji ber çekên hatine bikaranîn, zirar gihişt nêzî 3 hezar xaniyan. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qedexe û rewşa li Cizîrê weke “Tabloya dişibe qiyametê” pênase kiribû.
Malbatên xizmên xwe di dema qedexeyan de winda kirin, piştî qedexeyê xwestin kujer bên darizandin. Serlêdanên malbatan ên li dadgehên herêmî bi hinceta "pêdiviya darizandinê nîne" hatin redkirin, îtîrazên li dijî biryarên redkirinê jî bêencam man. Piştre jî serlêdanên ku li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatibûn kirin, piştî 8 salan yek bi yek hatin vegerandin. Li ser vê yekê malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.
Malbatên xizmên xwe di qedexeyan de winda kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
KURÊ WÊ BI ROJAN LI BENDA ALÎKARIYÊ MA
Selamî Yilmaz ê 23 salî ku bi rojan di jêrzemînên Cizîrê de bi birîndar ma, ji ber nebirina alîkariyê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Taybet Yilmaz a ku li ser televîzyonê hay ji mirina kurê xwe bû, wiha behsa wan rojan kir: “Kurê min di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. 10 sal ser qedexeyan derbas bûn lêbelê hêj jî guhertinek çênebûye. Me tu agahî ji kurê min nestandin. Kurê min birîndar bûbû di jêrzemînan de bû. Bi rojan banga alîkariyê hate kirin lê kesekî alîkariya wan nekir. Herî dawî cenazeyê kurê min li Dîlokê derket. Me hestiyên wî jî nedîtin. Kurê min di jêrzemînan de şehîd ket.
BI QASÎ HEBIM EZ Ê JI BÎR NEKIM
Di dema qedexeyan de me her zehmetiyek dît. Me îşkence dît. Li her derê hêzên dewletê hebûn. Ji me re digotin,' ferman hatiye ji me re gotine ev hemû ermen in, ferman hatiye ku em we xelas bikin.’ Bi tang û topên xwe ketin bajarê me. Em sê mehan di malê de hepsî man. Me nedikarî serê xwe ji malê derbixînîn. Zarokên me di bin tangên dewletê te bûn me ti agahî jê nestand. Em bêxwarin man, bêvexwarin man. Me gelek êş dît. Em ditirsiyan çimkî çavên wan, serê wan girtî bû. Me nedizanî ev ji ku hatibûn. Me nedikarî em derkevin ber derê malê. Kurê min bi rojan birîndar ma. Mehmet Tunç dikir hawar digot, ’alîkariyê ji birîndaran re bînin.’ Kesekî dengê wan nebihîst. Kurê min 5 rojan birîndar ma û piştre mir. Cenazeyê wî şewitî bû. Cenazeyê wan birin bajarên cuda. Bi qasî em bijîn dê wan rojan jibîr nekin. Em pey doza zarokên xwe ne. Baweriya min bi edeleta vê dewletê nayê. Ma ev tiştê ku wan aniyê serê me misilman dikin? Êşa ku me dîtî kesekî nedît. Heta ku em sax bin em ji bîr nakin. Çiqas şehîdên Kurdistanê hebin em pey wan hemûyan in.”
DEMA JI BO RAKIRINA CENAZEYÊ DIÇE TÊ QETILKIRIN
Endamê Meclisa Şaredariya HDP’a Cizîrê Abdhamît Pocal (41) ku Cizîrê bernade, dema diçe cenazeyan bibe nexweşxanê li ser Cadeya Nisêbînê di encama gulebaranê de hate qetilkirin. Hevjîna Pocal, Aslihan Pocal diyar kir ku hevjînê wê ji bo ku alîkariya gel bike bi wan re naçe û wiha got: “Mala me xera kirin. Em jî ji nêçariya xwe derkerin çûn gundan. Hevjînê min bi me re nehat. Me kir û nekir got, 'ez nayêm ez ê şaredariyê de bimînim.' Hevjînê min ji bo ku alîkariya civaka xwe bike li vir ma. Em nêzî mehekî li gund man. Rojekî dema ku me televîzyon temaşe dikir me dît ku hevjînê min qetil kirine. Hevjînê min dema ku diçe bi Faysal Sariyildiz wan re cenazeyan bînin û bibin nexweşxaneyê hedef hat girtin û qetil kirin. Cenaze jî li erdê man û ew jî hate qetilkirin. Me xwest ku biçin cenazeyê xwe bistînin lêbelê nehiştin. Mirovên derdorê birin li Şirnexê defin kirin. Neheqî û zilm li me kirin. Em wan rojan jibîr nakin. Baweriya min bi edelata vê dewletê nayê. Roja ku hevjînê min ê bêguneh hatî qetilkirin, wê rojê edalet winda bû. Em ê her tim pey doza wan û daxwazên wan bin.”
DI MALÊ DE HATE QETILKIRIN
Alî Tetîk (35) ê ku 5 zarokên wî hebûn jî li Taxa Cûdî di mala xwe de hate qetilkirin. Birayê wî Mahmût Tetîk, anî ziman ku ew ê tu caran wan rojan jibîr nekin û ev tişt anî ziman: “Me gelek tişt bi çavên xwe dît. Mirovên bêguneh û bêsûc hatin qetilkirin. Bi ser re 10 sal derbas bûn lêbelê hê niha jî dilê me bi kul e. Wijdana me nerehete. Ev tiştê ku hatiye serê me bêedaletî bû. 5 zarokên birayê min hebûn, di mala xwe de hate qetilkirin. Tu sûcê wî nebû. Me ji vê dewletê edalet nedît. Tiştê ku li vê derê hatiye serê me hovîtî bû. Ev tiştê ku kirin nayê qebûlkirin. Kesekî destê xwe dirêjî me nekirin, em terkî mirinê hatin kirin. Ew roj dê neyên jibîrkirin û ew roj dê her tim bîra me de bin. Di vê pergalê de edalet nepêkan e. Em bawer nakin ku edalet pêk bê. Em ê her tim li hemberî vê zilmê bisekînin û em ê tu caran jî wan rojan jibîr nekin.”
MA / Zeynep Durgut