Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne

  • rojane
  • 11:14 23 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku HTŞ ajandaya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk tîne û ji bo êrişên ser Kobanê jî wiha got: “Amerîkayî, Fransî û ewropayî divê pêşî li Tirkiyeyê bigirin da ku nekare bajarekî wiha bûye sembol dagir bike.” 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êriş, bi taybet jî li ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê zêde bûne û HSD jî li dijî van êrişan li ber xwe bide. 
 
Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk berdewam in. Nivîskarê pirtûka “Mirina ji bo Kobanê” nivîskarê Fransî Patrice Franceshi ku herêmê jî baş nas dike, têkildarî geşedanên li herêmê ji ANF’ê re axivî. 
 
‘HTŞ AJANDAYA ERDOGAN BI CIH TÎNE’ 
 
Franceschî, diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad rewşeke erênî ye lê yên ku ew hilweşandine dibe ku xerabtir bin û wiha got: “Em rewşa Şahê Îranê ya sala 1979’an bînin bîra xwe, hilweşiya û dihat hêvîkirin tiştên baş pêk wer in. Lê rewşa niha gelek tirsnak e. Hilweşîna desthilatdariya Beşar Esad jî rewşeke erênî ye. Ji ber ku her der di nava xwînê de hiştibû. Divê em baldar bin, ji ber dibe ku yê hatiye şûna wê xerabtir be, bi taybetî ji bo Kurdan û hemû kêmneteweyên li Sûriyeyê.
 
Ez vekirî dibêjim. Heyet Tehrîr El-Şam tevliheviya komên îslamî ye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêveberin, fînansekirin, alîkariya wan tê kirin. Her wiha ji aliyê Qeterê ve jî ji aliyê madî ve tên destekkirin. HTŞ’ê niha bernameya ji aliyê Enqere û Erdogan ve hatiye diyarkirin, bi cih tîne. El Colanî, HTŞ’ê û Erdogan hewl didin Rojava qaneh bikin ku ew hevkarên gelekî bi rûmet in. Divê em bi vê neyên xapandin. HTŞ’ê komeke Îslamî ya radîkal e ku ji bo Kurdan, Xiristiyanan, Êzidiyan û hemû kêmneteweyan xetere ye. Dîsa jî, ew dê bi mehan hewl bidin ku me qaneh bikin ku ew hevkarên pêbawer in. Heke em bikevin vê xefikê û li Neteweyên Yekbûyî (NY) kursiyekê bidin wan, ya jî em HTŞ'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin, em ê berdêlên giran bidin. Ji ber dema ku van tawîzan bi dest bixin, wê rojeva xwe ya rasteqîn bixin pratîkê, bi avakirina şerîatê re dest li her deverê werdin. Ev yek ji bo hemû kêmneteweyan bi taybetî ji bo Kurdan nebaş e.”
 
‘NE NERMBÛN Û NE JÎ NÛJENBÛNA CÎHADÎSTAN NÎNE’
 
Franceschî, destnîşan kir ku ji bo siberojê xeteriyeke gelekî mezin e û wiha domand: “Ji ber ku rêxistineke Îslamî ya nerm an jî nûjen nabe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Îslamîst in. Ji ber vê yekê ew dijminên Rojava ne, dijminên demokrasiyê ne, dijminên Kurdan û dijminên kêmneteweyan in. Divê hewla ku tiştekî baş in neyê nîşandan. Ew El Qaîde ne, ne tiştekî din in.”
 
Franceschî, diyar kir ku niha li Sûriyeyê ji aliyekî ve hewla El-Colanî û HTŞ'ê heye ku başûrê Sûriyeyê dagir bike û wê tev li fikrê Împaratoriya Osmanî bike û li aliyê din li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên tunekirinê tê meşandin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ev wezîfe da Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO). Ev SMO niha êrişî Kurdan dike, Minbic dagir kiriye û dora Kobanê girtî ye.
 
Ev leşkerên bi pere ne. Kêm an jî zêde îslamîst in. Ji hêla Enqereyê ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin. Di sala 2018'an de vê komê li Efrînê paqijiya etnîkî kir. Her wiha ji bo paqijiya etnîkî ya Ermenan ev şandin Qerebaxê. Îro jî bi qasî ku ji destê wan tê dixwazin li Bakurê Sûriyeyê Kurdan tune bikin. Ev hemû parçeyeke ji hêviyên Erdogan e. Divê welatên rojavayî vê manevrayê fêm bikin û ji bo Kobanê û Reqa ji aliyê SMO’yê ve neyê dagirkirin, desteka xwe ya ji bo Kurdan bidomîne.”
 
‘KOBANÊ SEMBOL E’ 
 
Franceschî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku piştî serketina Kobanê yekser rû da, yanî piştî serketina Kurdan a li dijî DAIŞ'ê, xwedî girîngiyeke gelekî sembolîk e. Heke em dostên xwe yên Kurd di destê SMO’yê û artêşa Tirk de bihêlin û destûr bidin Kobanê bikeve destê wan, wê demê ev tê wateya dawiya cîhanê ye. Anku bi gotineke din li hemberî teror û totalîterîzma Tirk ev yek wê bibe dawiya azadiya Rojava. Hêzên Rojavayî, Amerîkî, Fransayî û Ewropî ji bo ku Tirk bajarekî bi vî rengî yê sembolîk dagir nekin divê bikevin nava tevgerê.
 
Mixabin ku demokrasiyên welatên Rojava a niha hinekî lawaz in û endambûna Tirkiyeyê ya ji NATO’yê re yek ji pirsgirêka herî mezin e. Bi qasî ku ku Tirkiye perçeyeke NATO’yê be, divê hevalbendê Ewropayiyan be. Di rastiyê de divê Tirkiye ji NATO’yê were avêtin. Li wir karê wê tune ye, ji ber ku hemû bername û îradeya wê li dijî Rojava, demokraî û her kesî ye. Ji ber wê yekê dema ku welatên weke Tirkiyeyê endamên NATO’yê bin, em di mijara alîkariya ji bo Kurdan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her tişt gelekî tevlihev e.“
 
‘JI MODÊLA ROJAVA DITIRSIN’
 
Franceschî, anî ziman ku pirsgırêk ew e ku; modêla ji aliyê Rojava ve tê pêşniyarkirin û ya a niha tê sepandin, bi rastî jî modeleke ecêb e û dikare hemû Rojhilata Navîn veguherîne û wiha dom kir: “Lê belê beşa Rojhilata Navîn a mayî vê modelê naxwaz e, ji ber ku hemû welatên li dora Sûriye, Iraq, Ûrdin, Tirkiye û Rojavayê li hemberî vê fikrê ne. Ew demokrasî, wekheviya zayendî, azadiya jinan û laîktiyê weke jehrekê dibînin. Ew ji vê modêla serkeftî ditirsin û wê naxwazin. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hevalên me yên wêrek ên vê modelê diparêzin bi muxalefeteke dijwar re rû bi rû dimînin.  Niha jî pirsgirêk ev e.”
 
‘EM NEÇAR IN KU PIŞTGIRIYA KURDAN BIKIN’
 
Franceschî di dawiyê de bibîr xist ku bidestxistina kampên Roj û Holê ya ji aliyê komên cîhadîst ve ji bo her kesî talûkeyeke mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Li van kampan zêdetirî 50 hezar cîhadîst û malbatên wan tên girtin. Ev kampên li Rojava ji bo welatên rojava û demokrasiyan weke bombeyekê ne. Hêvî dikim ku welatên Ewropayê û Emerîka wê vê pirsgirêkê bibînin û rê nedin ku Tirk û hevalbendên wan ên îslamparêz van kampan bi dest bixin. Tiştên ku a niha rû didin gelekî cidî ne û her tişt bi talûkeyê re rû bi rû ye. Mixabin ku li DYA’yê ji ber pêvajoya derbasbûnê ya di navbera Trump û Biden de nediyariyek heye. Hêvî dikim ku wê beriya 20’yê Çileyê biryara rast bidin û em ê jî piştgiriya tam bidin Kurdan.
 
Herî dawiyê ez dixwazim vê yekê bînim ziman; cîhana azad-yanî welatên rojava, lê belê di heman demê de Kurd û welatên din, divê bizanibin ku tiştên ku a niha li bakurê Sûriyeyê pêk tên ji bo azadiya hemû cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e. Divê a niha alikarî û piştgiriya me ya ji bo Kurdan tam be. Nexwe wisa nebe hemû cîhan bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye.”
 

Sernavên din

14/01/2025
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne