'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’

  • rojane
  • 13:35 29 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Di doza qetilkirina Narîn Guranê de bersûc Nevzat Bahtiyar ji sûcê “cînayetê” beraet kir. Parêzer Derya Yildirim û Aydin Ozdemîr diyar kirin ku biryara beraetê ya ji bo Bahtiyar biryareke xelete û wiha gotin: “Biryara derheqê bersûc Nevzat Bahtiyar de wijdana civakê rehet nekiriye.” 

Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin. Di doza qetilkirina Narîn Guranê de ji ber sûcê “Bi komî cînayet kirine” cezayê muebbeta girankirî li dayika Narîn Guranê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran hate birîn. Li bersûc Nevzat Bahtiyar ku îtîrafkiribû cenazeyê Narîn Guranê xistiye rûbarî û kevir daniye ser jî ji ber sûcê “delîlên sûc tune kiriye, veşartiye û guherandiye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Ji ber sûcê cînayetê jî biryara beraetê hate dayin. Tevî biryar û cezayê hatiye dayin jî hêj nayê zanîn bê kê cînayet kiriye. Biryara ji ber sûcê cînayetê ya ji bo Bahtiyar hatiye dayin, rê li ber bertekan vekir. Baroya Amedê, da zanîn ku dê li dijî biryar derheqê Bahtiyar de îtîraz bikin. 
 
 
Endamê Komîsyona Şopandina Cînayeta Narîn Guranê ya Baroya Amedê Aydin Ozdemîr, diyar kir ku darizandin piranî erênî derbas bûye, li daxwazên hemû aliyan hatiye guhdarîkirin, hemû aliyan pirs kirine û hemû kesên beşdarî danişînan bûn bi awayekî bitendurist hatine lêpirsîn. Ozdemîr, diyar kir ku li  Tirkiyeyê cara ewil e di dozekê de baro weke “beşdar” hatiye qebûlkirin û wiha got: “Baroya Amedê di dozê de weke beşdar hate qebûlkirin û ev geşedaneke pir erênî bû. Jixwe di pêvajoya darizandinê de Baroya Amedê ji bo dosyayê tiştên pir cidî kir.” 
 
'BIRYAR BI VÎ HALÊ XWE RAST NÎNE’
 
Ozdemîr, bi bîr xist ku bersûc Nevzat Bahtiyar ji sûcê kuştinê beraet kiriye û wiha domand: “Em, vê biryarê bi vî awayî rast nabînin. Li gorî me, diviyabû Nevzat Bahtiyar ji ber sûcê kuştinê bihata cezakirin. Hêj nehatiye zelalkirin bê kê Narîn Guran çawa kuştiye. Li ser ‘faîlên mişterek’ ceza hatiye dayin. Di vê rewşê de hewceye em li benda biryara bihincet a dadgehê bisekinin. Sedema cînayetê di dozên cezayê de bi tena serê xwe kêmasiyek nîne. Di hiqûqa cezayên teknîkê de şert nîne ku dadgeh illeh sedema kuştinê derxîne holê. Heke raxe ber çavan ku kiriyara kuştinê ji hêla ji yekî zêdetir ve hatiye kirin, bêyî ku sedema kuştinê were îspatkirin, dadgeh dikare biryarê bide. Lewma jî îspatnekirina sedema cînayetê kêmasî nîne. Lewma divê em xwe li benda biryara dadgehê bigirin bê çima ev biryar daye. Em ne li benda vê biryarê bûn. Piştî dadgehê biryara xwe eşkere kir, li ser navê Baroya Amedê em ê serî li îstînafê bidin.” 
 
'WIJDANA CIVAKÊ REHET NEKIR’
 
 
Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Derya Yildirim jî diyar kir ku cezayê li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn, tu kes razî nekiriye. Derya Yildirim, wiha domand: “Nayê qebûlkirin ku Nevzat Bahtiyar tenê ji sûcê ‘veşartina delîlan’ bê cezakirin. Ji ber ku Nevzat piştî çend tespîtan hate binçavkirin û dema dîtî xelasiya wî tune ye, her çend qismî jî be axivî. Nexwe tevî ku dizanî bedeneke biçûçik di bin avê de jî ye bêdeng ma, jiyana xwe ya asayî domand heta beşdarî xebatên lêgerînê bû. Ev ne tiştekî însanî ye. Heke yekser di kirariya kuştinê de cih negirtibe jî xuyaye ku ji bo veşartina sûc alîkarî daye. Lewma jî cezayê li Nevzat hatiye birîn, wijdana civakê rehet nekir. Qismekî darizandinê wekî me dixwest biencam nebû. Diviyabû Nevzat cezayê heq dikir bigirta. Lewma jî em ê ji vî alî ve li dijî biryarê îtîraz bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê