Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin

img

AMED - Serokên DEVA, Partiya Gelecek û Saadetê yên Amedê diyar kirin ku divê bi lezgîn pirsgirêka kurd bê çareserkirin û gotin ku ew ê piştgiriyê bidin gavên ku bên avêtin.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê 7 xalên têkildarî nêzîkatiyên Abdullah Ocalan hatin eşkerekirin. Abdullah Ocalan bal kişand ser xurtkirina biratiya tirk-kurdan û berpirsyariyeke dîrokî ye. Her wiha bang li partiyên muxalefetê jî hat kirin û wiha got: "Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî bi înîsiyatîf tevbigerin û bi awayekî erênî tevkariyê bikin. Ji zemînên herî girîng ên van tevkariyan jî bêguman wê Meclis be." Abdullah Ocalan got: "Ez amade me me ji bo avêtina gaveke erênî ya pêwîst. Dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye ji bo Tirkie û herêmê." 
 
Serokên DEVA, Partiya Gelecek û partiya Saadetê yên Amedê peyamên Abdullah Ocalan nirxandin.
 
Serokê DEVA Partiyê yê Amedê Remzî Kaymak diyar kir ku ew li peyamên Ocalan neyînî nanêrin. Kaymak got: "Em bawer dikin ku em ê vî şerê ku 40 sal in dewam dike, bi biratî û aştiyê biqedînin." Kaymak destnîşan kir ku ji bo vê jî ji destê kê çi tê divê bike û got:" Ji lew re vî welatî ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê gelek tişt winda kirine. Êdî divê ev yek li ser zemîneke qnaûnî bê bicihkirin û çareserkirin. Û di vî warî d eçi dikeve ser milê kê divê bike." 
 
Kaymak bilêv kir ku tiştekî erênî ye ku wekî navnîşan meclis hatiye nîşandan û got: "Li Meclisê kurd jî hene û her kes jî hene." Kaymak got ku ew di vî warî de amade ne ku çi bikeve ser milê wan bikin.
 
DIVÊ NEYÊ TALOQKIRIN
 
Serokê Partiya Gelecekê yê Amedê Aydin Aytaç jî got: "Pêşveçûna erênî ya vê pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka kurd ji bo me di nav mijarên herî girîng de ne. Ocalan kesekî ku di vê mijarê de xwedî înîsiyatîf e. Li ser rêxistinê serweriya wî heye û di pozîsyona ku kare talîmatê bide rêxistinê de ye. Xwezî di 2013-2015'an de ev pirsgirêk biqediyaya, loê hat heta roja îro. Lewma divê ev firsend baş bê bikaranîn."
 
Aytaç anî ziman ku hêz û pêkhateyên ku çareseriyê naxwazin hene û wiha dewam kir: "Hem hikûmet, hem dewlet û hem jî Ocalan divê îradeyeke pir xurt nîşan bidin. Dibe ku provokasyon çêbibin, berxwedan jî pêş bikeve. Li hember van divê amadekarî hebin."
 
Aytaş destnîşan kir ku divê ev pirgsirêk neyê taloqkirin û di wext de bê çareserkirin. 
 
'EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN HER GAVEKE BÊ AVÊTIN'
 
Serokê Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn jî got: "Ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê heta hemwelatiya wekhev, ji zext û desthilatdariyê heta maf û azadiyan, ji tundî û pevçûnan heta aştî û diyalogê, ji pêkanînên dijhiqûqî heta dewleta hiqûqê em piştgiriyê didin her gava ku bê avêtin."
 
Ergîn diyar kir ku divê maf û azadî nebin cihê bazariyê û got: "Divê mirov ne lis er esasên berjewendiyê, bi dilpakî nêzî meseleyê bibe." 
 
Ergîn diyar kir ku divê di serî de Meclis û bi giştî hemû partiyên muxalif, rêxistinên civaka sivîl û tevahiya civakê daxilî nava pêvajoyê bibe û got ku ew amade ne piştgiriyê bidin he rgaveke tê avêtin. 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

02/01/2025
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê