NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku QSD’ê li nêzî pira Qereqozakê SÎHA’yeke Bayraktar TB2 ya Tirkiyeyê xistiye xwarê.
Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li dijî êrîşên ji 27’ê mijdarê û vir ve bê navber didome. Êrîş li derdora Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozak û Sirînê dewam dikin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên QSD’ê yên ku li dijî êrîşan li ber xwe didin, duh bi şev Balafira Bêmirov a Tirkiyeyê ya bi tîpa Bayraktar TB2 li derdora Pira Qereqozakê xistine xwarê. Wêneyên balafira keşfê ya hat xwarê hatin parvekirin.