NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê yên ASN’ê yên li başûrê bendava Tişrînê, li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Li Tebqayê jî fabrîqayek hat bombekirin.
Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê yên ANS bi dijwarî êrîşî gundê Xirbet Zemale yê li başûrê Bendava Tişrînê dikin. Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dan, li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Her wiha balafirên bêmirov ên artêşa tirk fabrîqeya şekir a li Der Hafir a Kantona Tebqayê bombebaran kir. Hat ragihandin ku piştî êrîşê di fabrîqeyê de zirara madî çêbûye.