Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn

  • jin
  • 10:03 2 Çile 2025
  • |
img

MANÎSA - Sakîne Demîr ku keça wê Sêvê Demîr di dema qedexeya li Silopiyayê de hatibû qetilkirin, wiha got: “Keça min nemir, xeyala wê di şoreşa jinê ya Rojava de dijî.” 

Enadma Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an de ji hêla segvanên di wesayîta zirxî de hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Bi ser mirina her sê jinan re ku di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2015-2016’an a li Silopiyayê de xwestin derbasî Taxa Karşiyakayê ya di dorpêçê de bibin û alîkariyê bidin gel re 9 sal derbas bûn. Di rapora otopsiyê ya Fatma Uyar de 3, di ya Pakîze Nayirê de 5 û di ya Sêvê Demîr de jî 11 gule hatin tespîtkirin. Di êrişê de yekser serê Sêvê Demîr hedef hatibû girtin û hatibû qetilkirin. Xizmên Sêvê Demîrê ew ji pora wê nas kirin û teşhîs kirin. 
 
Derheqê qetilkirina her sê jinan de qaşo lêpirsîn hate destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara “bêrayetiyê” da û ji Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê re şand. Dadgehê jî ji bo qetilkirina her sê jinan got “li ser gumanê” çêbûye û dosya girt. 
 
ZEX, KOÇBERÎ Û GIRTÎGEH
 
Sêvê Demîr di 38 saliya xwe de hate qetilkirin. Hêj di temenekî biçûk de polîtîkayên zext û pişaftinê nas kir. Di sala 1977’an de li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû û hêj 5 salî bû ku ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe koçî navçeya Bismilê ya Mêrdînê bûn. Malbata Demîr 5 salan li Bismilê jiya û di sala 1995’an de koçî navçeya Salîhlî ya Manîsayê bû. Sêvê Demîr, li vir xwe di bin sîwana Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de birêxistin kir, di rêveberiyê de cih girt û demekî dirêj di Baskê Jinan a HADEP’ê de xebitî. 
 
Sêvê Demîr, di salên pêş de di nava têkoşînê de bêhtir çalak bû û xebatên xwe di nava Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de domand û li Amedê bicih bû. Sêvê Demîr ku xebatên xwe yên li herêmê didomand, hema hema li temamiya bajar û gundên herêmê geriya, li cihên diçûyê li jinan guhdarî kir û girîngiya têkoşîna li dijî serdestiya zilaman vegot. Di 18’ê Nîsana 2009’an di çarçoveya operasyona di bin navê “KCK’ê” de hate binçavkirin û girtin. 5 salan di girtîgehê de ma û piştre tehliye bû. Di sala 2011’an de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Piştî ji girtîgehê derketî, tev li Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. Xebatên xwe li Mêrdîn û Şirnexê domand. 
 
‘JI BO AZADIYÊ TÊKOŞIYA’
 
Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr anî ziman ku ew hesreta xwe ya ji bo keça xwe bi têkoşîna wê derbas dike. Sakîne Demîr, wiha got: “Bi dehan jin niha têkoşîna keça min didomînin. Dilê Sêvê berfireh bû, keseka dirûst û zîrek bû. Di xebatên xwe de serkeftî bû û jineke pêşeng bû. Ji zimanê xwe, çand û xaka xwe hez dikir. Ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Xebatkara gelê xwe bû. Bi hezaran jinên pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikirin hatin qetilkirin. Em dayik, li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Heta ku ez sax bin dê li pey doza keça xwe bim. Ji ber ku keça min ji bo dozeke rewa têkoşiya lewma hate qetilkirin.” 
 
MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ YA KEÇA XWE DEWR GIRT 
 
Sakîne Demîr, anî ziman ku keça wê di temenekî ciwan de têkoşîn nas kiriye û wiha domand: “Bandoreke mezin li ser malbatê û gel kir. Di her bihosteke Ege û Kurdistanê de keda wê heye. Biçûya ku derê ew der birêxistin dikir, zanîna wan pêş dixist û ked dida. Heke ez bikarim îro wiha biaxivim, ev bi saya wê ye. Min hêza xwe ji keça xwe girt. Bi windakirina wê re dê bibêjî qey min hemû ji winda kirine. Lê min dît ku bi hezaran jinên mîna wê hene. Belê raste ez bêriya keça xwe dikim, bi hesreta wê dijîm. Lê bi hezaran jinên wekî wê hene û ez hesreta xwe bi wan derbas dikim.” 
 
JINÊN PÊŞENG HEDEF TÊN GIRTIN
 
Bi domdarî Sakîne Demîr destnîşan kir ku jinên pêşeng û şoreşger her tim hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên ser Rojava de jî sê jinên pêşeng û şoreşger hatin qetilkirin. Ji ber Tirkiye ji jinên şoreşger ewqas ditirse ku wan hedef digire. Ew jî dizanin ku têkoşînên jin pêşengtiya wan dikin dê bi ser kevin. Lê belê jinên ji bo xak û azadiya xwe têdikoşin dê bi ser kevin.” 
 
'XEYALÊN WÊ LI ROJAVA DIJÎN’ 
 
Di berdewamê de Sakîne Demîr bi lêv kir ku têkoşîna keça wê li her çar parçeyên Kurdistanê didome û wiha got: “Keça min nemir, xeyalên wê, têkoşîna wê di şoreşa jinê ya Rojava de dijîn. Sêvê, di hiş, aqil, hizra jinên Kurd de di têkoşîna û pêşeroja wan de cih digire. Bi hezaran jinan têkoşîna wê dewr girtin. Bila gelê Kurd vê baş bibîne, serkeftin dê ya me be. Hema bes em yekitiya xwe ava bikin û têbikoşin bes e. Erdogan, ji bo tunekirina Kurdan hemû cureyên taktîkên şer bi kar tîne. Lê nekarî tune bike û gelê Kurd hêj bihêztir bû. Bi qetilkirinê dê nekarin Kurdan tune bikkin. Erdogan li rexekî ji gelê Kurd re dibêje ‘birayên min’ û li rexa din jî Kurdên li Rojava qetil dike. Lê çi bikin jî gelê Kurd êdî zane bûye û ji bo mafê xwe têdikoşe. Banga min ji bo gelê Kurd e; me di vê têkoşînê de gelek zarokên xwe winda kir, divê em bibin yek. Têkoşîna zarokên me hêj xurtir bû û êdî hemû dinya nas dike.” 
 
BAVÊ WÊ LI SER KEÇA XWE STRAN GOT
 
 
Bav Azîz Demîr jî hesreta keça xwe bi stranekê anî ziman. 
 
Fadîle Gokturk a ku Sêvê Demîr di nava xebatên jinan de nas kir û bi hev re 15 salan têkoşiyan jî wiha got: “Sêvê, ji ewil di rêveberiya navçeyê de cih girt. Potansiyeleke wê ya têkoşînê hebû û her tim xwe perwerde dikir. Ji hêla nasnameya zayendê ve xwe baş pêş xist. Yek ji taybetiyên wê yên berçav jî her tim xwe nû dikir. Keseka pir fedekar bû. Aliyên feodal û qedexeyên civakî tune kiribû. Xwe, bi zanetiya jina azad afirandibû. Di ferqa vê tiştê de nînin; Sêvêyek diçe lê bi hezaran tên. Mîrateya wan li pey xwe hiştî di têkoşîna her jinê de dijî û dê her bijî. Bi hezaran jinan dan ser rêya wan jinên hatine qetilkirin, rabûn ser pêyan û dê her tim rabin ser pêyan.” 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

02/01/2025
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê