ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.
Hevdîtinên Şandeya Îmralyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî yên nûnertiya wan li Meclisê hene re didomin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, îro jî bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê dikin.
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel de dest pê kir. Hevdîtin, li odeya Ozel a li Meclisê hate kirin. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma Meclisê yê CHP’ê Gokhan Gunaydin jî tev li hevdîtinê bûn.