NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ji Tebqa, Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketin, ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
Bi hezaran kesên ji Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketin, ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê û bi mebesta piştevaniya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, ber bi Bendava Tişrînê ve diçin. Welatiyên li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn, bi sedan wesayîtan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
TEBQA
Xelkê Tebqayê jî ji bajarokê Mehmûdliyê bi rê ket û piştî gihişt konvoya ji Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketî, dê biçe Bendava Tişrînê.
Her wiha li Kantona Firatê jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de ji Kantona Firatê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.