ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan dest pê kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin Ahmet Turk pêk tê, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re dest bi hevdîtinê kir.
Heyet ji aliyê Serokwekîlê Giştî yê Partiya DEVA Îbrahîm Çanakçi, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadûllah Ergîn û Alî Îhsan Merdanoglû li ber derî hate pêşwazîkirin.