STENBOL - Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a HDK'ê Ayhan Ergenç bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo tevkariya erênî ya beşên cuda ya ji bo derdorên cuda û got: "Erka pêkanîna jiyana demokratîk li ser milê me hemûyan e."
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28'ê Kanûnê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re hat parvekirin. Di peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk tê de, yek jî ev bû ku "Divê beşên cuda bi awayekî erênî tevkariyê li pêvajoyê bikin û roleke çêker bilîzin."
Endamê Meclisa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayhan Ergenç peyama Abdullah Ocalan nirxand û got ku di vê pêvajoyê de roleke girîng a gel û komên baweriyan heye.
Ergenç destnîşan kir ku têgeha "gel û baweriyan" piraniyê dihewîne û got ku li vî welatî gelek gelên wekî kurd, ermenî, çerkez, tirk, laz û gelek baweriyên wekî misilman, elewî, êzdî û cihû hene û di vê pêvajoyê de roleke girîng a gel û komên baweriyan heye. Ergenç got: "Pêwîst e gel û bawerî bi hev re gavekê bavêjin û bi pêş ve biçin. Têkiliyên di navbera wan de pir girîng in. Lewma gel û baweriyan xwedî roleke mezin in. Ola fermî ya Tirkiyeyê îslam e, lê şeklê rêveberiya wê li gorî henîfîtiyê ye. Mezheb ew baweriyên ku mirov bi xwe têdigihêjin bi xwe ye. Li gorî şeklê xwe ye. Ev jî mîna ku gel bi kevneşopî û çanda xwe ve girêdayî ye. Jidayikbûn û mirina me heye. Avaniyeke wekî 'yek dewlet, yek ala, yek ziman' a desthilatê heye. Dema diya min wefat kir, min got 'way dayê' û ez giriyam. Ji lew re ez kurd im."
'WEKÎ ROJAVAYÊ DIVÊ HER KES DI PERGALÊ DE CIHÊ XWE BIGIRE'
Ergenç diyar kir ku divê şerê demdirêj ê li Tirkiyeyê bi dawî bibe û got: "Eger ev şer bi dawî bibe û aştî pêk were, wê pergaleke ku her civak bi feraseteke neteweya demokratîk û bi feraseta neteweya demokratîk bi azadî fikr û ramanên xwe bide der çêbibe. Me girîngiya vê yekê li Rojavayê dît. Ev pergal, di şeklê kantonan de wekî modelek hate afirandin û bi tifaqên hevpar pêk hat. Lewma hemû gel û bawermend li vir cihê xwe girtin."
Ergenç destnîşan kir ku ger pêvajoyeke çareseriyê çêbibe divê ev konfederalîzma demokratîk bîne û got ku ev yek jî divê li ser zemîneke qanûnî bê kirin.
Ergenç destnîşan kir ku erka avakirina jiyana hevpar li ser milê her kesî ye û got: "Erka ku hemû rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û hemû kes jiyana hevpar û jiyana demokratîk pêk bînin, li ser milê me hemûyan e. Bi taybetî jî divê gelên Tirkiyeyê bi hestiyarî vî karî bidin ser milê xwe."
'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'
Ergenç bal kişand ku Meclis bingeha pêvajoya ku Abdullah Ocalan diyar kiriye, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd kesekî girîng e û muxatabê çareseriyê jî ew e. Ergenç diyar kir ku divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê ya der barê Abdullah Ocalan de bê pêkanîn û got ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî gotiye ku divê ev maf bê bicihanîn.
MA / Omer Îbrahîmglû