STENBOL - Endamê Meclisa HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku ji bo civakîkirina aştiyê dê çalakiyên weki konferansên aştiyê û kampanyayên îmzeyan li dar bixin û got: “Em bi perspektîfa ku birêz Ocalan gotiye, mîsyonekê li xwe bar bikin. Em ê di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin."
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wê di navbera 8-9'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye" konferansa aştiyê ya navneteweyî li dar bixe. Tê plankirin ku konferans di navbera saet 10.30-18.00’an de li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya navçeya Avcilara Stenbolê bê lidarxistin. Li aliyê din HDK dê di meha Çileyê de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye" kampanyaya îmzeyan bide destpêkirin. Starta vê kampanyayê wê di 13’yê Çileyê de li Hîll Otel a Taksîmê bê destpêkirin.
Endamê Lijneya Giştî ya HDK'ê Sedat Şenoglû kampanyayên ji bo civakîbûna aştiyê ji aliyê HDK'ê ve hatine destpêkirin nirxand.
Şenoglû diyar kir ku yek ji prensîbên sereke yên HDK'ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û civakîbûna aştiyê ye û got ku, di 13'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê ya di meha Mijdarê de pêk hat de biryara konferansa aştiyê hatiye girtin. Şenoglû destnîşan kir ku ji bo aştî mayînde bibe ew hewl didin ku ev pirsgirêk di navbera partiyên siyasî de nebe pirsgirêk û li ser zemîna civakî tifaqekê çêbikin. Şenoglû bi bîr xist ku dewletê di navbera salên 2013-2015'an de pêvajoya diyaloga çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd qedandiye û got ku "Plana Çokşikandinê" ya li dijî tevgera kurd ketiye meriyetê. Şenoglû got: “Wê demê di navbera dewletê û birêz Ocalan de diyalog hat avakirin. Hemû civakê di wan şert û mercên şerê kûr de çareseriya aştiyê pejirand. Li ser vê lêkolîn hatin kirin. Hat dîtin ku ji sedî 70-80'yê civakê ji aştiyê re amade ye. Axaftinên Ocalan ên di Newrozê de bi nameyên xwe yên ji raya giştî re li her derê rewa bûn. Lê piştre pêvajo xera bû. Qeyûm hatin tayînkirin. Endamên HDP'ê hatin girtin. 43 mehin tecrîda li ser birêz Ocalan hebû. Lê piştre hat dîtin ku ev ne çareserî ye."
‘ME ZEND Û BEND BADAN'
Şenoglû got: “Wêraniya mezin a civakî, êş û mirina ji ber şer derketiye holê bi xwe ye. Ev, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê û kedkaran jî tê wateya tunekirinê. Şer tê wateya feqîrbûneke mezin, kêmbûna mûçeya herî kêm û zêdebûna birçîbûn û bêkariyê. Dewletê di van 40 salên dawî de 3 trîlyon dolar ji bo vî şerî xerc kir. Bi vê re welatek ji nû ve ava dibe. Lewma wekî HDK’ê em pêşbînî dikin ku hevdîtinên wiha pêk werin. Li ser van pêşdîtinan me zend û benda badan. Me di lijneya xwe ya giştî de armancek danî ber xwe."
Şenoglû têkildarî konferansa aştiyê ya ku HDK’ê dê di 8-9’ê Sibatê de bi armanca civakîkirina aştiyê pêk bîne jî got: “Dema em li geşedanên hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navînê dinêrin, pirsgirêka kurd êdî ne pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke herêmî. Heta radeyekê jî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Em ê li ser çawaniya çareserkirina pêvajoyên nakokî ji aliyê aktorên li Tirkiyeyê, aktorên herêmî û tevgerên neteweyî yên mîna Tirkiyeyê ve biaxivin. Lê di dawiyê de em di wê baweriyê de ne ku divê her kes di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina tifaqa dîrokî ya tirk-kurd de cih bigire. Armanca sereke ya konferansa me ew e ku em rojeveke ku bersivê bide vê hewcedariyê û mezin bike biafirînin."
Her wiha Şenoglû da zanîn ku dê di vî warî de hevdîtinên gel, panel û kampanyayên îmzeyan jî bidin destpêkirin û amadekariyên wan ên ji bo vê didomin û wê di nêz de bi raya giştî re parve bikin.
Şenoglû der barê hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re û piştî hevdîtinê 7 xalên têkildarî hevdîtinê hatin belavkirin de jî got ku aştiya ku Abdullah Ocalan behs dike û hemû jî perspektîfa hebûna HDK'ê ne. Şenoglû got: “Em bi perspektîfa ku birêz Ocalan gotiye, mîsyonekê li xwe bar bikin. Em ê di vê çarçoveyê de rola xwe bilîzin."
MA / Melîk Çelîk