AMED - Dîlan Andok diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tiştên afirandî re nemir bûye û wiha got: “Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand.”
Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina her sê jinên şoreşger re 12 sal derbas bûn lê hêj jî hikûmeta Fransayê komkujî ronî nekiriye. Di komkujiyê de tekane gumanbar Omer Guney bû ku têkiliya wî ya bi MÎT’ê re derketibû holê. Bi mirina wî re êdî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûn.
Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li Dêrsimê ji dayik bû û piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê têkoşîna ciwanên şoreşger bala wê kişand. Sakîne Cansiz li Xarpêtê tev li xebatan bû û di sala 1978’an de bi awayekî çalak di nava xebatên birêxistinkirinê yên ciwanan de cih girt. Di serî de Dêrsim û Çewlig, li bajarên derdorê bi xebatên rêxistinkirinê re têkoşîna xwe domand. Di van xebatan de bi gelek jinan re têkilî danî û birêxistin kir. Mîrasa Besê û Zarîfeyên ku di Komkujiya Dêrsimê de ji bo nekevin destê leşkeran xwe di zinaran de avêtin domand.
BÛ SEMBOLA BERXWEDANÊ
Di 1’emîn Kongreya PKK’ê ya di 27’ê Mijdara 1978’an de Sakîne Cansiz jî cih girt û di sala 1979’an de li Xarpêtê tevî komeke hevalên xwe hate girtin. Sakîne Cansiz li Girtîgeha Amedê ku di dema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de îşkenceyên giran lê dihatin kirin hat ragirtin û bi berxwedana xwe ya li dijî îşkenceyan bû sembola berxwedanê. Baweriya xwe ya bi têkoşînê bi van gotinan vedibêje: “Di îşkenceyê de pêsîra min jê kirin. Lê weke milîtanek a dozeke rewa, weke jinekê min şerm kir bibêjim ‘ax’ jî.” Di vê pêvajoyê de Sakîne Cansiz li girtîgehên Xarpêt, Meletî, Amed, Çanakkale û Bursayê hate ragirtin. Di sala 1991’ê de tehliye bû û bi awayekî çalaktir tev li xebatan bû. Di heman salê de li Stenbolê Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) hate avakirin û Sakîne Cansiz rêziknameya wê nivîsand û weke damezirîner tê de cih girt. Tevî rewşenbîr û hunermendên Kurd, damezirîneriya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) kir. Di heman demê de alîkarî da xebatên Kovara Ozgur Halkê û Rojnameya Ozgur Ulkeyê. Sakîne Cansiz, di 21’ê Adara sala 1991’ê de beşdarî pîrozbahiya Newroza Stenbolê bû ku ji hêla Partiya Ked a Gel (HEP) ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de xîtabî bi hezaran kesan kir. Lê belê ji ber zextan, derbasî Filistîn û Sûriyeyê bû û têkoşîna azadiyê li wir domand.
Sakîne Cansiz, di birêxistinkirina Tevgera Jinên Kurd de jî bi roleke pêşeng rabû û heta roja hatî qetilkirin jî di serî de li Eropayê, li gelek qadan di xebatan de cih girt. Sakîne Cansiz xwe bi gotina “Jiyana Min Her Tim Şer Bû” vedigot û hevala wê Dîlan Dîlok qala têkoşîn, sekn, şoreşgerî û serpêhatiya wê kir.
HEVDÎTINA EWIL Û BANDOR
Dîlan Andok, da zanîn ku cara ewil di sala 1995’an de Sakîne Cansiz nas kiriye û wiha got: “Her tim qala têkoşîn û berxwedana hevala Sarayê dihat kirin. Bi taybet jî berxwedana wê ya li zindanê bandorekê mezin dikir. Her tim xeyala min ew bû ku min digot; ‘Gelo ez ê rojekê bikarim heval Sarayê bibînim?’ Ji ber ku heval Sara ji bo me jinan pir cuda bû. Mîna hevala Bêrîtanê îdola me tevan bû. Dema me heval Sara li pêşberî xwe dîtî, em hem pir şaş man hem jî pir kelecanî bûn. Mîna ronahiyekê dibiriqî û nava çavên wê diçirûsiyan. Salên 95’î bû û di me de nêzikatiyên feodal hebûn û hêj zanebûna jinê tam rûneniştibû. Min cara ewil hêza tevgera jinê ewqas kûr hîs dikir. Zehmetî çi dibin bila bibin, heta ku hevalên mîna heval Sarayê hebin, dê ev tevger her tim hebe. Hestekî wiha di min de ava bû. Bifikire, li hemberî te jineke ku bi têkoşîn û berxwedana xwe dijmin têkbirî heye, jineke ku te tu caran xeyal nedikir bibînî li hemberî te ye... Mîna xwedawenda ku tarîtiyê ronî dike. Di hevdîtina ewil de bandoreke wiha li ser min kir.”
HESTIYARIYA WÊ YA LI HEMBERÎ XWEZAYÊ
Dîlan Dîlok, Sakîne Cansizê weke “Keseka pir xwerû bû” pênase dike û dibêje ku yek ji taybetiyên wê yên bal dikişand jî hestiyariya wê ya li hemberî xwezayê bû. Dîlan Dîlok, wiha domand: “Heyrana xwezayê bû, tiştên pir biçûk ên te qet nedidît wê didît, heta dema pê li axê dikir jî pir hesas nêz dibû. Cihê ku tu qet bi hişyarî lê ne dimeşiyayî, heval Sara pir bi baldarî dimeşiya. Çipikên baranê temaşe dikir, bi çîçekan re diaxivî. Gelek tiştên ku me qet guh nedidayê ew pir pê re eleqedar dibû, dema hûn li cem wê bin hûn jî li hemberî xwezayê pir hesas dibin. Dikir ku hûn jî wan xweşikiyên xwezayê bibînin.”
‘NEFRET JI NEÇARESERIYÊ DIKIR’
Di berdewama axaftina xwe de Dîlan Dîlok anî ziman ku Sakîne Cansiz kesayetak a pir adil bû û her tiştê dizanî bi her kesî re parve dikir. Dîlan Dîlok, têkildarî van taybetiyan jî wiha got: “Bawerim kesên zana wiha dikin. Zû bi zû dilê we nedihişt lê israr dikir û dizanî dê te çawa qaneh bike. Ev yek girêdayî wê taybetiya wê ya berxwedêr bû. Tu caran nedizanî dev jê berde. Li dijî pirsgirêkan bêdeng nedima û dev jê bernedida. Tu caran ji rêgezên xwe tawîz nedida, we serê wê jî jê bikira wê paşvegav nediavêt. Dema didît ku hûn ji hêla rêxistinî û îdeolojîk ve qaneh nebûne, dîsa vedigot, bi kubarî nêz dibû. Heta ku qaneh dikir hewl dida û di dawiya dawî de qaneh dikir. Ev tevek ji bo rojekê nedihişt, her tim bi we re eleqedar dibû. Min piştre fêm kir ku vê yekê eleqeya xwe bi kûrbûna îdeolojîk ve heye. Heval Sara, ji neçareseriyê nefret dikir, li cem wê tu tiştê bêçareserî nebû, her tişt dikir û çareserî pêş dixist.”
‘JI HÊZA XWE YA ÎDEOLOJÎK BAWER BÛ’
Di berdewama axaftina xwe de Dîlan Dîlok diyar kir ku Sakîne Cansiz aliyên cuda yên şexsiyetan didît û li gorî wê nêz dibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne kesayetek a wisa bû ku pirsgirêkan teng binirxîne. Gelek caran bi kesên min jê re digot ‘tiştek ji vî/vê dernakeve’ re ewqas eleqedar dibû û dianî astekî wisa ku mirov heyirî dima. Li gorî şert û mercên mirovan, li gorî fêmkirina wan nêz dibû. Tu kes bi kirinên wan nedidarizand, biçûk nedidît. Nêzikatiya wê ya li hemberî tevger û rêxistinên derveyî me pir berfireh bû, mîna me teng nedinirxand, di vê mijarê de bi xwe pir bi bawer bû. Mirov niha fêm dike, heval Sara bi hêza xwe ya îdeolojîk bi bawer bû, di ferqa mezinahiya xwe ya rêxistinî de bû. Lewma rehet bû, dizanî guhdar bike. Rastiya dijmin jî baş dizanî, lewma li dijî rastiya dijmin hewl dida hevkariyeke hemû cudahiyan digire nav xwe ava bike û di ferqa vê de bû. Hesta ku divê mirov jiyanê têr û tije bijî ewqas xweşik bi te dida hîskirin ku mirov şaş dima. Heke hûn li cem hevala Sarayê bûna, we erkek li xwe digire û hûn li gorî vê tevdigeriyan.”
‘LI DIJÎ HER KESÎ TÊDIKOŞIYA’
Dîlan Dîlok, destnîşan kir ku Sakîn Cansiz ne tenê li dijî dijmin, li dijî zilam û jinên paşverû jî têdikoşiya û ev tişt anî ziman: “Her tim li dijî wan aliyên paşverû yên zilam têdikoşiya. Dema ev yek dikir kesê li hemberî xwe nedişkan, biçûk nedixist. Lê bi tu awayî jî ev nêzikatiyên paşverû qebûl nedikir. Di şêwazê têkoşîna wê de her tim aliyê îdeolojîk diyarker bû lewma mirov nedişkand û biçûk nedixist. Nebaweriya jinan a bi xwe her tim rê li ber hêrsbûna heval Sarayê vedikir. Ev yek nîşan nedida lê dema bi me re diaxivî digot, ji me re digot bê ka divê em li dijî jinên ne di ferqa hêza xwe de ne çi bikin, dê çawa encamê bi dest bixin û li ser vê pir difikirî. Sebra wê ya li hemberî nêzikatiyên paşverû yên civakî mirov şaş dikir. Hêrsa xwe ya li wê derê arasteyî guherîn û veguherînê dikir. Bi we nedida hîskirin lê têdikoşiya, wisa qaneh dikir ku demek piştre te tiştên digot nikarim bikim te dikir. Cisareteke pir mezin dida.”
XEYALA JI BO CÎHANEKE AZAD Û WEKHEV
Dîlan Dîlok, bi lêv kir ku “Li Kurdistaneke azad jiyaneke bi Rêbertiya azad re” xeyala Sakîne Cansiz bû û wiha got: “Her tim di wê baweriyê de bû ku ev xeyal dê pêk were. Xeyala wê, cîhaneke şer tê de tune, zarok tê de nayên kuştin bû. Cîhaneke ku jin tê de ne kole, bi îradeya xwe û bi sekna xwe li ser pêyan dimînin û xeyalên xwe pêk tînin bû. Dinyayeke ku serdestiya mêr tune, rêhevalên jin û zilam tê de, dinyayeke jin û zilam weke ahengekê tê de cih digirin bû... Digot ku heke em dinyayeke azad bixwazin, di vir de roleke mezin dikeve ser milê zilaman û divê zilam di vê mijarê de bêhtir têbikoşe. Digot ku ji bo dinyayeke xweşik, divê jin û zilam bi hev re tevbigerin. Hewl dida vê di nava jiyana xwe de jî pêk bîne. Di vê mijarê de kedeke mezin dida hevalên mêr. Jin an jî zilam ferq nake, di wê baweriyê de bû ku kesên di ferqa aliyên xwe yên paşverû de û ji bo vê têdikoşin dê rojekê dinyayê azad bikin. Ji bo vê têdikoşiya. Hewl dida li dora xwe jin û zilaman biafirîne. Yek ji aliyên herî girîng a heval Sarayê jî xeyalên wê bû.”
HESRETA DÊRSIMÊ
Dîlan Dîlok, got ku Sakîne Cansiz dixwest li her bihosta xaka Kurdistanê bigere lê cihê bajarê wê Dêrsimê li cem wê pir cuda bû û wiha got: “Hesreteke wê ya cuda ji bo Dêrsimê hebû. Ji ber ku heyrana Dêrsimê bû. Her tim xeyala wê ew bû ku rojekê biçe Dêrsimê. Her wiha heyrana çiyayên Kurdistanê bû. Li Ewropayê nedikariya bêhn bistîne. Cihê herî zêde lê rehet, çiyayên Kurdistanê bûn.”
SEMBOLA GAVÊN EWIL
Dîlan Dîlok, diyar kir ku Sakîne Cansiz di nava PKK’ê de her tim pêşengtiya tiştên cara yekemîn kiriye lewma hedef hatiye girtin û wiha got: “Di tevahiya tiştên yekemîn ên tevgerê de heval Sara jî heye. Zindana Amedê û berxwedana heval Sarayê, bandora wê li pey xwe hiştî, vaye tifî rûyê Esad Oktay kir, sekna wê yal i hemberî dijmin, xeta tevgera me ya jinê diyar kir. Vê sekna wê ya li hemberî dijmin, Zîlan û Bêrîtan afirand. Her wiha yekîneyên xweparastinê yên jin ên ewilî, vaye şoreşa jinê ya Rojava û yekîneyên xweparastinê yên jin ên Roava bi heval Sarayê dest pê kirin. Her wiha yek ji mijara baş nayê zanîn jî ew e ku di qada civakî de jî yek ji wan hevalên ewil e ku rêxistiniya jinê ava kir. Yek ji kesên komeleya jinê ya ewil vekirî ye. Têkiliya di navbera heval Sara û Rêber Apo de ye. Rêber Apo, dema heval Sara li Zindana Amedê wêneyê wê didaliqîne û berxwedana wê vedibêje. Heval Sara, yek ji rêhevalên herî baş a Rêber Apo ye, yek ji kesên herî baş wî temsîl dike ye... Lewma heval Sara jî di hevdîtinên Osloyê de cih digire. Heke îro hemû dinyayê jinên Kurd nas kiribe, heke hemû kes bi eleqeyeke mezin li wê binihêre, vê yekê eleqeya xwe bi tiştên ewil ên heval Sarayê kirin re heye.
BI TIŞTÊN AFIRANDÎ RE BÛ NEMIR
Rêper Apo, dema Sakîne Cansiz hatî qetilkirin wiha got; ‘Ha ez hatim kuştin ha Sakîne hatiye kuştin.’ Ev yek, nêzikatiya dewlet tirk û hêzên navneteweyî ya li hemberî hevdîtinan a wê demê nîşan dide. Yek ji navendên neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî, hêzên navneteweyî ne. Yek ji van hêzan jî Fransa ye, lewma destûr da qetilkirina heval Sarayê. Rêber Apo, di nirxandineke xwe ya din de ji bo Komkujiya 9’ê Çileyê wiha dibêje; ‘Ev, 2’yemîn Komkujiya Dêrsimê ye.’ Rêber Apo, bi vê nirxandina xwe re dibêje ku qirkirina li dijî Kurdan didome. Heval Sara di astekî ewqas girîng de ye. Heval Sara, yek ji wan bû ku ji bo tolhildana Komkujiya Dêrsimê ketibû rê. Ruhê berxwedanê yê Dêrsimê di xwe de dihewand, peyrewa Besê, Seyîd Rizayan bû. Lewma em dibêjin hevala Sara Dêrsim e, berxwedan e. Mirov, bi tiştên diafirîne re nemir dibe. Dinyaya me bi kesên ji hêla fîzîkî ve heyî lê tu tiştekî lê zêde nakin re tije ye. Jineke Kurd a pir hêja, seknek û xeta têkoşîn û berxwedanê afirand. Lewma her roj bi me re ye... Niha navê gelek jinên Kurd an Sara ye yan jî Sakîne ye, ev jî nîşan dide ku ew nemir e.”
MA / Mujdat Can