AMED - Girtiyê edlî R.K. ê 65 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Amedê tê ragirtin û ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Di dema axaftina bidîmen de R.K. şopên derbkirinê nîşan da û malbatê jî qeyd kir.
Girtiyê edlî yê bi navê R.K. ê 65 salî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Amedê tê ragirtin, di 7’ê Çileyê de ji hêla gardiyanan ve hate derbkrin. R.K., li ser telefonê bi dîmen bi malbata xwe re axivî û şopên derbkirinê nîşan da. Malbatê jî, dîmen qeyd kir û serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Malbata R.K. ji Mêrsînê hat û xwest bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê bike. Parêzerê malbatê jî bi R.K. re hevdîtin kir û piştre giliyê gardiyanan kir.
'JI BER EWLEHIYA CANÊ WÎ FIKARÊN ME HENE’
Biraziyê R.K., Ridvan Kazan got ku mamê wî bêyî hincetek were nîşandan ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin û ev tişt anî ziman: “Mamê min mafê telefonê yê girtiyeke din bi kar anî, xwe gihand me û şopên derbê nîşanî me da. Me jî dîmen qeyd kir û di destê me de ye. Em çûn cem dozgerê girtîgehê û me gilî kir. Kesek li wir bi me re muxatab nebû. Memûr jî xwedî nêzikatiyeke nebaş bûn. Ji ber ewlehiya canê mamê xwe fikarên me hene. Em ji rêveberiya girtîgehê gilîdar in. Banga me ji bo rêxistinên mafên mirovan û Wezareta Dadê ew e ku vê zilmê qebûl nekin.”
'TIŞTEK BI SERÊ WÎ WERE BERPIRSYAR GIRTÎGEH E’
Elîf Kazan jî xwest ku kesên mamê wan derb kirin bên cezakirin. Elîf Kazan, got: “Apê min 65 salî ye û 2 caran ji dilê xwe emeliyat bûye. Heke tiştek bi serê mamê min were, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye.”
Parêzerê malbatê jî ev tişt anî ziman: “Di hevdîtinê de min gelek şopên derbkirinê li ser laşê wî dît. Got ku ji ewil li cihê kamera lê hebûn hatiye derbkirin û piştre jî 10-15 gardiyanan ew birine cihekî cuda û derb kirine. Got ku dozgerê girtîgehê ew xelas kiriye. Ji bo lêpirsînê me serlêdanên pêwîst kirin.”
MA / Şîrvan Şîlan Çîl