MÊRSÎN - Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû welatiyan kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm bên pêşiya şaredariyê.
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruçê da.
Rêxistina bajar bang li tevahiya gel kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, saet di 10.00’ê de beşdarî daxuyaniya li pêşiya şaedariyê bibin.
BANGA JI BO KOMBÛNA PÊŞIYA ŞAREDARIYÊ
Hevseroka DEM Partiyê ya Akdenîzê Nizar Esen diyar kir ku ew ê rê nedin sepanên tayînkirina qeyûm û ev tişt anî ziman: “Îktîdarê careke din bi xespkirina şaredariyan hewl da bêçaretiya xwe veşêre. Em ê rê nedin vê. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî zespkirina îradeya xwe û zilmê bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê.”