ENQERE - Dîroknas Yektan Turkyilmaz diyar kir ku astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd “çek” nîne û wiha got: “Li hemberî te muxatabekî medenî tune ye. Heta Ocalan azad nebe pêvajo nabe. ABC ya vî karî hefsa malê nîne.”
Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan, têkildarî çareseriya demokratîk û demokratîkbûna welêt peyamên girîng da. Abdullah Ocalan bal kişand ser rola Meclisê û ji partiyên siyasî xwest ku înîsiyatîfê li xwe bigirin. Şandeya DEM Partiyê jî di çarçoveya pêşniyara Abdullah Ocalan de bi AKP, CHP, MHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û ya Yenîden Refahê re hevdîtin kir. Tê payîn ku di demên pêş de li Îmraliyê hevdîtineke nû were kirin.
Dîronkas û Antropologê Çandî Yektan Turkyilmaz têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û peyamên Abdullah Ocalan axivî.
Turkyilmaz, diyar kir ku ji bo çareseriyê divê ji ewil nav lê were kirin û wiha got: “Erdogan dibêje ‘her tiştê we heye, pirsgirêka we tune ye.’ Ya din jî divê em li ser vê biaxivin, gelo ev pirsgirêk e yan mesele ye? Heke hûn jê re bibêjin pirsgirêk, wê demê divê hûn çareser bikin. Heke hûn jê re bibêjin mesele, wê demê rêvebirina meseleyê dibe. Ji ewil divê hûn ji ‘pirsgirêka’ li pişt pirsgirêka Kurd xelas bibin. Ji ber ku êdî mesele hene. Di salên 1990’î de dema digotin pirsgirêka Kurd, Başûr dihat axaftin. Û pirsgirêkên Bakur. Rojava tune bû. Li Tirkiyeyê herî kêm du meseleyên Kurd hene. Yek a li bajarên Kurdan, ya din jî ya Kurdên li metropolan e. Niha jî meseleyeke aktoriyê ya pir mezin kete dewrê. Ew jî Rojava ye. Êdî gelek aktor hene. Lewma muxatabên wê zêde ne. Ji bo Rojava êdî meseleya esasî Şam e. Helbet êrişên Tirkiyeyê nayên paşguhkirin lê muzakereyên bi Şamê re êdî sereke ne. Êdî muxatabên wan û yên me ne heman kes in.”
‘ÇI KARÊ LEŞKERÊN TIRK LI BAŞÛR HEYE?’
Bi domdarî Turkyilmaz diyar kir ku pirsgirêka Kurd meseleyeke netewî ye û wiha got: “Meseleyeke etnîkî, çandî û siyasî ye. Bi koçberî, karesat, komkujî û hwd. veguheriye meseleyeke pir mezin. Li Tirkiyeyê êdî mîna berê pevçûn înin. Lewma li Bakur meseleya sereke ne çek in. Binêrin, li şaredariyan qeyûman tayîn dikin. Sedema vê jî ew e ku tevgera Kurd nayê ser xeta rejîmê. Sedema zextên li ser Kurdan ne ew e ku li çiyayên wan gerîla digerin. Nêzî 10 sal in rewşekî bêşer heye. Astengiya li pêşiya çareseriyê çek nîne. Lê belê Erdogan dibêje qey ji pirsgirêka Kurd qezenc dike. Hem ji hêla siyasî ve hem jî ji hêla dîplomatîk û herêmî ve dibêje qey qezenc dike. Anku bi krîmînalîzekirina pirsgirêka Kurd re dixwazin li Rojhilata Navîn xwe berfireh bikin. Heke pirsgirêkeke we ya bi Qendîlê re hebe çareser bikin. Çi karê leşkerên we li başûrê Kurdistanê heye?”
‘OCALAN LÎDEREKÎ SIYASÎ YÊ PIR GIRÎNG E’
Têkildarî hevdîtina dawî û nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan jî Turkyilmaz ev nirxandin kir: “Xeta Abdullah Ocalan neguherî. Di sala 1993’yan de çi gotibe kêm zêde niha heman tiştan dibêje. Pirtûka Ocalan a ‘Li Mûxatab Digerim’ heye. Bêşensiyeke Kurdan heye. Ji ber ku li pêşberî wan tu mûxatabên medenî tune ne. Erdogan çawa dît pêvajoya çareseriyê bi kêrî wî nayê, yekser avêt sergoyê. Ocalan, lîderekî siyasî yê pir girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn jî lîderekî pir girîng e. Dema em qala Rojava dikin ne tenê qala Kurdan dikin. Nîviya nifûsa wê jî Kurd nînin lê ev 10 sal in birêve dibin. Di vê pêvajoyê de bûn herêma herî girîng a Sûriyeyê. Ev serkeftineke mezin e. Ev bi darê zorê û tundiyê nekirin. Lewma Abdullah Ocalan fîgureke siyasî yê girîng e. Girîngiyê dide pêvajoyê. Ev pêvajo dê kengî biqîmet be, dema mûxatab çêbûn. Li Tirkiyeyê mûxatab nînin. Li gorî min niha vê rewşê weke firsendekî dibînin. Dixwazin pirsgirêka Kurd weke amûrekî bi kar bînin.
ÇAVÊ GEL LI SER TIŞRÎN Û ROJAVA YE
Abdullah Ocalan di gotina xwe ya ‘paradîgmaya nû’ de balê dikişîne ser aqilê dewletê. Vî aqilî heta niha tu caran bi nêzikatiyê çareseriyê nêzî pirsgirêkan nebû. Her tim tunekirin, tesfiyekirin esas girt. Dibe ku îro cuda be. Lê hûn mecbûr in bibêjin dê ji ber vê sedemê cuda be. Lê tiştekî wiha xuya nake.
Li hêla din hûn bi bişirîna du parlamenteran nikarin dilê gel xweş bikin. Li rexekî hûn qala pêvajoyê dikin li rexa din çavê gel li Bendava Tişrînê û Rojava ye. Xelk dibîne ku hûn ji bo Kurd statûyekê bi dest nexin hemû derfetên xwe yên dîplomatîk û şer bi kar tînin. Xelk dibîne ku hûn alîkariyê didin SMO’yê. Xelk F-16’ên we dibîne. Lewma heta ku ev xeta siyasî bidome dê encamek jê nebe.”
‘TIRKIYE DÊ MECBÛR BIBE KU STATÛYA ROJAVA QEBÛL BIKE’
Bi domdarî Turkyilmaz anî ziman ku “Tirkiye ji Qendîlê zêdetir Rojava ji xwe re weke gef dibîne” û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê gelek caran êrişî Rojava dike. Ditirsin, çima? Ji ber ku dizanin heke li Rojava statûya Kurdan bibe dê nekarin Kurdên li Nisêbînê di van şertan de bigirin. Çiqas tehemûla wan heye ku Kurd xwe birêve bibin, niha li Rojava diyar dibe. Lê Tirkiye dê mecbûr bibe ku statûya Rojava qebûl bike. Sedema vê jî hevsengiyên heremî û hêza rêveberiya HSD’ê ye. Tirkiyeyê xwest dagir bike lê hevsengiyên herêmî rê nadin. Rojava, aktora siyasî ya herî maqûl e. Heke Tirkiye çareseriyê bixwaze, divê ne tunekirina Rojava lê wê ji bo xwe mînak bigire.”
‘DIVÊ JI EWIL MÛXATAB AZAD BIN’
Turkyilmaz, bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û wiha got: “Tirkiye pir bi şens e. Ji ber ku li hemberî wan tevgera Kurdan weke nûner disekine. Heta ku Ocalan azad nebe, pêvajoyek nikare dest pê bike. Mînaka vê tune ye. Hûn niha dest û lingên kesekî kelemçe dikin û dibêjin were em pirsgirêkê çareser bikin. Beriya ku her tiştî weke amûr bi kar bînin, divê ji ewil muxatabên vê meseleyê azad bin. ABC ya vî karî hefsa malê nîne. Mecbûr in ku Ocalan weke aktor bibînin. Ocalan, aktorekî pir girîng e. Divê bi aktorên din re jî hevdîtinê bikin. Heke bixwazin bi HSD’ê re hevdîtinê bikin, divê vê cuda bikin. Her wiha DEM Partî ne qasid, alî ye. Heke DEM Partî bixwaze hevdîtinê bike dê bike.”
HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN SIYASÎ RE
Ji bo hevdîtinên DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî re jî Turkyilmaz got hewldaneke erênî ye. Her wiha Turkyilmaz, anî ziman ku medyaya alîgir û yên mîna Halk TV, KRT TV û derdorên nêzî CHP’ê jî kesên di salên 90’î de aktorên şer bûn derdixînin ser ekranan û ev kes pesnê projeyên komkujiyan didin. Turkyilmaz, got: “Ev rewşekî pir tirsnak e. Bila ev kes li xwe binêrin. Zirara herî mezin didin xwe bi xwe.”
MA / Mehmet Aslan