ANTALYA - Ferîdûn Demîr ku dema 17 salî temenê wî hatibû mezinkirin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 30 salan hate berdan.
Ferîdûn Demîr dema 17 salî, di 10’ê Çileya 1995’an de li Edeneyê hate girtin. Di bin çavan de îşkenceyên giran lê hatin kirin, temenê wî hate mezinkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û tevlibûna xebatên rêxistinê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Demîr, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Edene, Konya, Enqere û Mêrsînê ma.
Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hate kirin. Demîr, piştî 30 salan îro hate berdan. Demîr, ji hêla endamên malbatê û gelek kesan ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Demîr, tevî kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn, derbasî Edeneyê bû.
BAVÊ XWE WINDA KIRIBÛ
Bavê Demîr, Veysî Demîr li gundê Marûtê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî. Demîr nexweşê penceşêrê bû û bêyî ku kurê xwe yê 15 sal bûn nekarî biçe hevdîtina wî bibîne, di 7’ê Cotmeha 2021’ê de jiyana xwe ji dest da.
Veysî Demîr, di 16’ê Nîsana 2021’ê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî bû û wiha gotibû: “Edalet tune ye. Êdî baweriya min a bi edaletê nemaye. Êdî bes e bila kurê min berdin.” Daxwaza tevlibûna merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe ya Demîr, hatibû redkirin.