STENBOL - HDK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li hotêleke li navçeya Beyoglû ya Stenbolê deklarasyona “Ji bo aştiyê milyonek îmze” eşkere dike. Hevberdevkên HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên pêkhateyên HDK’ê jî tev daxuyaniyê bûn.
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş got, "Cîhan û aştiyeke domdar dikare bê pêkanîn. Tenê em şensekî bidin aştiyê. Ji bo em vî şensî bidin, em li vê derê ne. Biçûk jî be mezin jî be ji bo aştiyê nîqaş têne kirin. Deriyek hatiye vekirin. Dibe ku em gelekî nêz in, dibe ku em ê vê nêzbûnê tayîn bikin. Ji ber vê yekê jî em dest bi kampanya îmzeyan dikin. Aştî pêvajoyeke hêsan nîne. Eger aştî hêsan bûya wê li cîhanê şerên ewqasî mezin nebûya. Du şerên giran ên cîhanê qewimîn. Niha em li ber şerê sêyemîn ê cîhanê ne.
Doh agirbestek hate ragihandin, lê belê bûyerên ku li Xezeyê qewimîn em nikarin demeke dirêj ji bîr bikin. Divê em biryarekê bidin. Gelo em ê di nava van rûpelên şermê de bin, yan jî li gel wan kesan be ku dixwazin aştiyê weke mîrateyekê li pey xwe bihêlin. Em aştiyeke xurt dixwazin. Me civakîbûna aştiyê weke HDK'ê danî pêşiya xwe. Di 8-9'ê Sibatê de em ê konferanseke navneteweyî li Stenbolê lidar bixin."
METNA ÎMZEYAN
Piştre Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû metna îmzeyan xwend. Di metnê de ku ji bo Serokatiya Meclîsê hatiye amadekirin, hate bibîrxistin ku ji ber polîtîkayên ewlekariyê yên têkildarî pirsgirêka Kurd bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, êşên giran rû dan.
Di metnê de qala bandora neyînî ya neçareserkirina pirsgirêka Kurd a li civakê hate kirin û hate gotin, "Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî ye. Em nikarin dest ji aştiyê û parastina paşeroja jiyana hevpar berdin. Êrîşên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ku di asta komkujî û qirkirinê de têne kirin, nîşan didin ku aştî ji bo gel û baweriyên li herêmê jiyanî ye. Ji ber vê yekê di serî de Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) em bang li hemû derdorên civakî û siyasî, mirovên bi hesreta jiyaneke wekhev û azad dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi berpirsyarî rabin. Ji bo rizgariya ji tarîtiya şer û xwegihandina ronahiya aştiyê, ez jî îmzeyê didim."
Kenanoglû anî ziman ku kampanya wê ji aliyê pêkhateyên wan ve bê meşandin û got, "Ev ne tenê kampanya dayina îmzeyan e. Em ê vê yekê di demeke kurt de pêk bînin. Em ê ji aliyê civakîbûna aştiyê ve binirxînin. Em ê bi civîn û kombûnên li hemû bajar û navçeyan vê kampanyayê bimeşînin. Em ê şensê jiyaneke hevpar a aştiyane ya li welatekî hevpar teslîmî kesî nekin."