MÊRSÎN - Îsmet Akdag ê ji Partiya Şoreşger di çalakiya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de axivî û wiha got: “Li cîhanê dizên biçûk û mezin hene. Polîs dizên biçûk digirin û yên mezin jî diparêzin. Mesele ev e.”
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê hatibû destpêkirin di roja 11'an de berdewam dike. Li ber şaredariyê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Hevşaredarên hilbijartî vîna me ne", "Na ji qeyûman re, ji îradeyê re rêzgir bin”, "Diz wê derkevin, gel wê bimîne" û "Qeyûm diz e, xwedî li Akdenîzê derkevin" hatin berzkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr, Parlamenterê berê yê CHP’ê yê Mêrsînê Serdal Kuyucuoglû, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn û pankarta “Rejîma qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hate hilgirtin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Em ê vîna xwe biparêzin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Heta ku Şaredariya Akdenîzê radestî me were kirin, em ê têbikoşin. Hevşaredarên me bi îradeya gelan hatin hilbijartin."
Parlamenterê berê yê CHP'ê yê Mêrsînê Serdal Kuyucuoglû jî destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûman ne li gorî Tirkiyeyê ye û wiha got: “Ev wêne ne li gorî Tirkiyeyê ye. Ev wêne ne li gorî welatekî demokratîk e. Wek min got Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Hêvîdar im îradeya gel van pêkanînên dijdemokratîk ji holê rabike û gelên Tirkiyeyê careke din bi ser bikevin."
'POLÎS DIZÊN MEZIN DIPARÊZIN’
Herî dawî li ser navê Partiya Şoreşger Îsmet Akdag axivî û wiha got: "Li cîhanê du cureyên dizan hene. Dizên biçûk û dizên mezin. Polîs dizên biçûk digirin, dizên mezin jî diparêzin. Mesele ev e.”
Çalakiya nobedê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.