NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hotêla Grand Kartalê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkayayê şewat derket. Di şewatê de 10 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Li Hotêla Grand Kartalê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkayayê ya Boluyê de şewat derket. Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.
Sedema derketina şewatê hêj nehatiye zanîn.
Waliyê Boluyê Abdulazîz Aydin jî têkildarî şewatê daxuyanî da. Aydin, got ku 234 kes li hotêlê diman, şewat saet derdora 03.30’an di qata restourantê derketiye. Aydin, da zanîn ku di şewatê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 31 kes jî birîndar bûne. Aydin, got ku piraniya şewatê hatiye kontrolkirin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkeya jî got ku di şewatê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûne.