WAN - Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber ku li dijî lêgerîna li hundirê dev rabûye nayê dermankirin û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.
Mehmet Şîrîn Kaya yê ku di sala 2012'an de li Colemêrgê 21 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna li hundirê dev rabûye ew nebirine nexweşxaneyê û revîrê. Kaya ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê girtî ye, di hevdîtina xwe ya bi telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji ber li dijî vê pêkanînê rabûye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.
Dayika Mehmet Şîrîn Kaya Emîne Kaya anî ziman ku kurê wê ji ber li dijî polîtîkayên çewisandinê her tim rastî cezayên dîsîplînê tê. Dayika Emîne Kayayê got: "Wekî ku cezayên ku didin wan têrê nake, bi sirgûn, taloqkirina înfazê, cezayên dîsîplînê û nehiştina mafê tedawiyê zextê li girtiyan dikin. Bi taybetî bi sirgûnan re armanc ew e ku malbat girtiyan nebînin û di warê aborî de qels bibin."
LÊGERÎNA LI HUNDIRÊ DEV
Emîne Kayayê diyar kir ku çendek berê kurê wê dema werziş kiriye lingê wî tahl bûye û wiha got: "Di meha Cotmehê de dema ku ez çûm hevpeyvînê min hay ji vê rewşê çêbû. Wî nikarîbû bi ser çokên xwe de biçe û ketibû. Hevalê kurê min ê qawîşê rewşa wî ji min re got. Got piştî hevdîtinê wê emeliyat bibe, lê emeliyat jî wê bi 30 hezar TL'î be. Me pere razand û paşê emeliyat bû. Diviyabû tedawiya fizîkê bibîne, lê nabîne. Gava wî dibin li hundirê devê wî lêgerînê dike û muayeneya bi kelemçekirî lê ferz dikin. Vê yekê bi rêya telefonê jî ragihand."
'DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINAN BÊ'
Emîne Kaya ya ku dixwaze binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bi dawî bibe got: "Divê pêşî dawî li polîtîkayên sirgûnê bê girtin. Girtî sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin. Mafê her malbatê heye ku her hefte û mehane hevdîtinê pêk bîne. Lê belê bi sirgûnan ev maf bi awayekî fiîlî ji holê hatine rakirin. Ji bo kurê min sewqî girtîgeheke nêzî me bê kirin, me gelek daxwazname dan. Divê edalet û tenduristî jî bi van pirsgirêkan re mijûl bibin û binpêkirinan bînin rojevê. Divê her kes guh bide pirsgirêkên girtiyan û bi wijdanî gavekê bavêje. Divê rê li ber berdan û dermankirina girtiyan bê vekirin. Divê ev pêkanînên kelepçekirin, tazîkirin û lêgerîna li hundirê dev bên rawestandin."