ÎDIR - Şaredariya Îdirê ya DEM Partiyê, Bazara Keda Jinan û Navenda Jiyana Jinan ava kir. Hevşaredar Nejla Kumê got ku ji bo îstîhdamkirina jinan dê projeyên cuda pêk bînin.
Şaredariya Îdirê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de tevî 750 milyon TL deynê ku ji qeyûmê maye jî bênavber xebatên xwe didomîne. Şaredarî ku li 14 taxan xizmetên binesaziyê qedand, Bazara Keda Jinan û Navenda Jiyana Jinan jî ava kir. Li hin taxan xebatên park û rêyan dewam dikin.
Hevşaredara Îdirê Nejla Kum got: "Pirsgirêka me ya herî lezgîn pirsgirêka binesaziyê û avahîsaziya bajarê me bû. Li navenda bajêr li piraniya 14 taxên me xizmetên binesaziyê kêm bûn. Me pêşî mudaxileyî vê pirsgirêkê kir. Pirsgirêkên binesaziyê yên li hin taxan hatin çareserkirin, ji bo taxên din jî xebatên me bi lez û bez didomin."
NAVENDA JINAN
Nejla Kum bal kişand ku projeyên wan ên ji bo îstîhdamkirina jinan dewam dikin û wiha got: "Ji bo ku em qada îstîhdamê ji jinan re çêbikin me projeya xwe ya Bazara Keda Jinan pêk anî. Hevalên me yên jin bi pêşkêşkirina berhemên destkariyê yên li vir ji bo firotinê qadeke aborî ava dikin. Her wiha ji bo beşdarbûna jinan di jiyana civakî de zêde bibe, li Taxa Emekê me projeya Bazara Kedê ya Jinan pêk anî. Hevalên me yên jin bi qursên ku li vir derfeta perwerdehiya di warên cuda de nbi dest dixin. Em hewl didin vê projeyê li taxên cuda yên bajêr jî belav bikin û hîn bêtir xwe bigihînin jinan."
Nejla Kum diyar kir ku ew plan dikin ku projeya "Kanala Şîn" bi cih bînin û wiha got: "Kalîzasyona 2 taxên bajêr di vî çemê re derbas dibe. Em plan dikin ku kanalîzasyonê bişînin cihekî din. Piştî paqijkirina qenalê, em ê li dora wê qadên civakî ava bikin."
Nejla Kum diyar kir ku li Taxa Pîr Sûltan û Ozgurê ji bo qadeke 15 hezar û 24 hezar metrekare dest bi xebatên çêkirina parkeyan kirine.
MA / Omer Akin